KON-MED’ê li diji qetlîama li Parîsê banga lidarxistina çalakiyan kir
KON-MED’ê bang li gel kir ku li dijî qetlîama li Parîsê bi lez û bez çalakiyan li dar bixe.
KON-MED’ê bang li gel kir ku li dijî qetlîama li Parîsê bi lez û bez çalakiyan li dar bixe.
KON-MED’ê têkildarî qetlîama îro li Parîsê pêk hat de daxuyaniyek nivîskî da û got: “Îro li Parîsa paytexta Fransayê êrîşeke çekdarî li Navenda Çandê ya Kurd hat kirin. 3 kes şehîd bûn û 6 kes birîndar bûn. Ev êrîş ne êrîşeke jirêzê ye. Diyar e ku navenda êrîşê Enqere ye. Dewama polîtîkaya dewleta Tirk a li dijî Kurdan e.“
Di daxuyaniyê ev tişt hatin diyarkirin:
“Kurdên ku ji ber zextên dewleta Tirk li Ewropayê bi cih bûne li kirinên xwe yên siyasî û civakî dewam dikin. Dewleta Tirk ku di her warî de êrîşê Kurdan dike û Kurdan her tim terorîze dike, li dîasporayê jî bi rê û rêbazên wiha êrîşan dike.
Armanca bi êrîşa sala 2013’yan û ya niha yek e. Dewleta Tirk tevdîrên pêwîst nagire. Dewleta Tirk jî ji van êrîşan berpirs e. Heke piştî sûîkasta Parîsê tevdîrên pêwÎst bihatina girtin û hesab ji êrîşkaran bihata xwestin îro ev êrîş pêk nedihat.
Em KON-MED, bang li gelê û dostên xwe yên li Elmanyayê dikin ku, li dijî êrîşa li Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê hat kirin ku li bajarên ku lê ne dakevin qadan.
Her wiha em bang li gelê û dostên xwe yên li Elmanyayê dikin ku tev li çalakiya protestoyî bibin ku wê li dijî qetlîamên li Parîsê bê lidarxistin.“
PLANSAZIYA ÇALAKIYAN
Di daxuyaniyê de, plansaziya çalakiyên ku wê îro li seranserê Elmanyayê bên lidarxistin wiha ye:
"Bîelefeld, HBF
Saet: 17:00
Dortmûnd, HBF
Saet: 17:00
Koln , Domvorplatz
Saet: 16:00
Dusseldorf, HBF
Saet: 18:00
Freîbûrg, Li ber komeleyê
Saet: 15:00
Munchen, Max-Joseph Platz
Saet: 17:00
Nurnberg, Li ber komeleyê
Saet: 15:00
Berlîn, Brandenbûrger Tor
Saet: 17:00
Kîel, HBF
Saet: 17:00
Sîegen, HBF
Saet: 17:30
Gîessen, Berlîner platz
Saet: 16:30
Darmstadt, Lûîsenplatz
Saet: 17:00
Oldenburg, HBF
Saat: 17:00
Frankfûrt, HBF
Saet: 16:00
Dresden, Alpertplatz
Saet: 17:00
Hannover, HBF
Saet: 17:00
Stutgart, Rotebuhl platz
Saet: 17:09
Hambûrg, Demtor
Saet: 17:09
Bremen, HBF
Saet: 17:00."