Komkujiyên Parîsê li Stockholmê hatin protestokirin

Di çalakiya li Stockholmê de ku Komkujiyên Parîsê hatin protestokirin, dewletên Ewropayî hatin şermezarkirin ku çima dengê xwe ji polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk re nakin û rê li ber qetlîamên din vedikin.

Kurdistaniyên li bajarê Stockholm ê Swêdê, bi banga KCDK-E’yê, bi lidarxistina meşê Komkujiyên Parîsê protesto kirin.

Di meşê de wêneyên şeş şehîdên qetlîamên Parîsê hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Erdoganê kujer”, “Erdogan tundûtûjiyê dike, Ewropa lê dinihêre” û “Sara, Rojbîn, Ronahî, jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Meş, ji ber Norra Bantorgetê dest pê kir ta bi qada Sergels Torget li navenda Stockholmê dewam kir.

Gava meşê, belavokên li ser qetlîamên Parîsê amadekirî, hatin belavkirin û li ser armanca meşê bi Swêdî axaftin hatin kirin.

Berdevka Yekîtiya Jinên Kurd a Skandînavyayê Ayşe Goktepe li qada Sergels Torgetê axaftinek kir.

Ayşe Goktepe wiha axivî: “Dewleta Tirk a bi pêşengiya yekî wek Erdogan ê xwînxwar, terora li Tirkiyeyê dikir niha jî li welatên Ewropayê dike. Sedem, bêdengî û ranebûna bi helwest li ber dewleta Tirk e. Di dewreke wiha de ku jinên Kurd bûne sembola berxwedan û serhildanê, helbet wê dijminên Kurdan vê ranegirin. Divê gelê me li her derê bi tidarek be. Heta ev qetlîam neyên safîkirin em ê her li qadan bin, bidin ser şopa hevrê û berxwedêrên gelê xwe.”

Çalakî, bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû û banga tevlêbûna çalakiya danîna çelenga reş li ber Balyozxaneya Fransayê hat kirin ku wê 9’ê Çileyê saet di 12.00’an de bê lidarxistin.