Komkujiya Parîsê ya 2’emîn, li Hambûrgê hat protestokirin

Bi hezaran kesan li Hambûrgê Komkujiya Parîsê protesto kirin û ev peyam dan: “Em ê li pey şopa Evînan bimeşin û hesab bipirsin.”

Meclîsa Jinan a Rojbîn a li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê kar û xebat dimeşîne û Meclîsa Gel a Hambûrgê, ji bo protestokirina komkujiya li Paytexta Fransa Parîsê ku di encamê Endama Konseya Rêvebir a KCK’ê Evîn Goyî (Emîne Kara), endamê Tevgera Çandê Mîr Perwer û welatparêz Abdûrrahman Kizil meşek li dar xistin. Meclîsa Gel a Hambûrgê, Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN), hêzên enternasyonalîst ên Elman û Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de wêneyên şehîdên Parîsê û pankartên li ser nivîsandî, “Why ûnd Traûer Zuftu Wîderstand! Hêrs û şîn bi Berxwedan”, “Ihr Kampf îst ûnser Kampf! Têkoşîna we têkoşîna me ye!”, “Der Tater îst bekannt: Erdogan soll Rechenschaft ablegen” hildan. Bê navber dirûşmeyên “Kujer Erdogan”, “Şehîd namirin”, “PKK tolhildan”, “Bijî berxwedana Kurdistan”, “Terorîst Tirkiye” û “Sara Rojbîn Ronahî, jin jiyan azadî” hatin berzkirin.

‘EM Ê HESAB BIPIRSIN, BER BI SERKEFTINÊ VE BIMEŞIN’

Anja Flach diyar kir ku komkujiya duyemîn ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye organîzekirin û got: “Rayedarên hikûmeta Fransayê bûyer werek êrîşek nîjadperestî nirxandin û hewl didin ku bûyerê binixumînin. Me ev senaryo di sala 2013’an de dît. Rayedarên hikûmetê ku hesabê hevrêyên me yên sala 2013’an hatin qetilkirin neda, dixwazin vê komkujiyê jî binixumînin.”

Flach destnîşan kir ku YE û Fransa bi bêdengiya xwe ya li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê, bûne hevkarê sûc û wiha got: “Em hesab ji dîktatoriya Erdogan bipirsin. Heval Evîn bi zanebûn hat hedefgirtin. Berî 10 salan jî sê jinên şoreşger bi vî awayî hatin hedefgirtin. Em ê li pey şopa Evîn, Sara, Ronahî û Rojbînan hesab bipirsin û ber bi serkeftinê ve bimeşin.”

Bi hezaran kes li ji Hambûrg Haûptbahnhofê heta Gansemarktê bi muzîkên berxwedanê û berzkirina dirûşmeyan meşiyan.