Komkujiya Parîsê li Nantesê hat protestokirin

Li bajarê Nantes ê Fransayê bi sedan Kurdistanî û dostên wan Komkujiya Parîsê protesto kirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Nantes ê Fransayê dijîn, li qada Place de Commerceyê hatin ba hev.

Girseyê wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Lelya Şaylemez ên di Komkujiya 9’ê Çileya 2013’an de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin û wêneyên Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer (M. Şirîn Aydin) û welatparêz Abdûrrahman Kizil û pankart hildan û meşiyan.

Di meşê de belavokên bi Fransî yên ku terora dewleta Tirk teşhîr dikin, hatin belavkirin.

Girseya ku bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “A bas regîme fascîst en Turquîe” meşiyan, li Place de Commerceyê mîtîng li dar xistin û ji bo bîranîna Şehîdên Parîsê deqeyek rêz girtin.

Siyasetmedarê Kurd Serhan Agirî di çalakiya protestoyî de axivî. Serhat Agirî diyar kir ku heta faîl û hevkarên sûc ên Komkujiya Parîsê tên eşkerekirin, ew ê li qadan bin û banga tevlêbûna merasîm û bi rêkirinê ya ku wê 3’ê Çileyê 2023’an saet di 12.00’an de ji bo Şehîdên Parîsê bê lidarxistin û ya meşa navendî ku wê 7’ê Çileyê 2023’an li Parîsê bê lidarxistin, kir.

Endamê TEV-ÇAND’ê Hozan Alî Gul jî di mîtîngê de axivî. Alî Gul got ku ew ê serî li ber faşîzma Tirk ne tewînin û heta ku Komkujiya Parîsê tê ronîkirin, ew ê li qadan bin. Gul qala bîranînên xwe yên bi şehîd Mîr Perwer re jî kir.

Rêxistinên çepgir û rêxistinên civakî yên sivîl jî bi rengên xwe tevlî çalakiya protestoyî bûn û peyamên piştevaniya bi gelê Kurd re dan. Li ser navê Navenda Çanda Elewî ya Nantesê Baran Bozkurt jî axivî û peyama mezinkirina berxwedanê da.

Hevalên şervanê bi navê Olîvîer le Claînche (Kendal Breîzh) ê eslê xwe ji Bretonê ye ku 10’ê Sibata 2018’an di dema berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê de şehîd bû, tevlî çalakiyê bûn û diyar kirin ku wê li her qadê bi gelê Kurd re, di nava piştevaniyê de bin.