Komkujiya Parîsê li La Rochellê hat protestokirin
Kurd û dostên wan ên li La Rochelleyê li dijî Komkujiya Parîsê meşiyan û xwestin ku komkujî bê ronîkirin.
Kurd û dostên wan ên li La Rochelleyê li dijî Komkujiya Parîsê meşiyan û xwestin ku komkujî bê ronîkirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê peravê La Rochelle yê nêzê bajarê Bordeaûx ê Fransayê dijîn, ji bo şermezarkirina komkujiya li Parîsê û bîranîna 3 şehîdan, meşiyan.
Girse li qada Place de Gabût hat ba hev û nûnerên La France Însoûmîseyê jî bi wan re bûn.
Çalakî nêzê du saetan dewam kir û bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “A bas regîme fascîste a Turquîe” û “Terorîst Erdogan” bi dawî bû.