Komkujiya Parîsê li Kopenhagê hat protestokirin: Em pir bi hêrs in

Kurdistaniyên li Kopenhagê diyar kirin ku veşartina berpirsyarên komkujiya 9’ê Çileyê, rê li ber komkujiya nû ya li dijî Kurdan vekir û gotin: “Lewma em pir bi hêrs in.”

Kurdistaniyan li paytexta Danîmarka Kopenhagê ji bo protestokirina Komkujiya Parîsê, îro li ber Balyozxaneya Fransayê hatin ba hev.

Ji bo bîranîna sê aktîvîstên li Parîsê şehîd bûn, deqeyek rêz hat girtin. Piştre daxuyaniya çapemeniyê hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Piştî qetilkirina sê jinên Kurd ên şoreşger, di êrîşa 23’ê Kanûnê ya li ser Navenda Çanda Ahmet Kaya de 3 şoreşger, welatparêz û hunermend şehîd bûn. Dewleta Tirk komkujiyên ku li Kurdistanê didomîne, li Ewropayê jî pêk tîne. Bêdengiya welatên Ewropayê ya li hemberî komkujiyên li Kurdistanê û veşartina berpirsyarên qetilkirina Sakîne, Leyla û Fîdan û rê li ber komkujiyek nû vekiriye. Em pir bi hêrs in. Di serî de Fransa em bang li Yekîtiya Ewropayê û raya giştî ya navneteweyî dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”