Komkujiya Parîsê li Helsînkiyê hat protestokirin, li Viyanayê bîranîn
Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê Komkujiya Parîsê ya 2’emîn, hat protestokirin. Li Viyanayê şehîdên Parîsê hatin bîranîn.
Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê Komkujiya Parîsê ya 2’emîn, hat protestokirin. Li Viyanayê şehîdên Parîsê hatin bîranîn.
Kurd û dostên wan li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê, ji bo protestokirina Komkujiya Parîsê ya 2’emîn ku têde sê aktîvîstên Kurd hatin qetilkirin, çalakî hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê rêxistinên Kurdan ên weke; NCDK, PJAK, KJAR, û Komele-Rêxistina Kurdistan a Hizba Komunîst a Îranê ve hat organîzekirin.
Gelek dostên Kurdan tevlî çalakiyê bûn. Li ser navê NCDK’ê daxuyaniyek bi zimanê Fînî hat dayîn û li ser navê Komeleyê jî daxuyaniyek bi zimanê Kurdî hat dayîn. Di axaftinên hatin kirin de hat gotin ku destê dewleta Tirk di nav vê komkujiyê de heye, lewma divê Fransa û Ewropa bi giştî li dijî dewleta Tirk rabin. Her wiha di çalakiyê de dewleta Tirk û Fransa hat şermezarkirin.
LI VIYANAYÊ BÎRANÎN
Li paytexta Avûstûrya Viyanayê jî ji bo yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Evîn Goyî (Emîne Kara), hunermend Mîr Perwer (M. Şirîn Aydin) û welatparêz Abdûrrahman Kizil ên ku li Parîsê şehîd bûn, merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Di merasîmê de di şexsê şehîdên Parîsê de ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin.
Aktîvîst Amed Z. axivî û got: “Têkildarî komkujiya li Parîsê bi dehan pirsên me hene. Dewleta Fransa wê hesabê vê yekê bide. Piştî 10 salan heman komkujî diqewime. Hîna hêzên li piştî kesên ku Sara, Rojbîn û Ronahî qetil kirin, nehatine eşkerekirin. Em vê qebûl nakin.”
Merasîm bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.