Komkujiya Parîsê li Ewropayê hat protestokirin
Kurdên li Dusseldorf, Hannover û Sydneyê sê jinên Kurd ên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, bi bîr anîn û gotin: “Divê biryara nepeniyê bê rakirin.”
Kurdên li Dusseldorf, Hannover û Sydneyê sê jinên Kurd ên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, bi bîr anîn û gotin: “Divê biryara nepeniyê bê rakirin.”
Kurdistaniyan li ber Balyozxaneya Fransa ya li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê mîtîngek li dar xistin.
Yek ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz û hevrêyên wê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin. Edaleta Fransî dosyaya dozê girt û biryara nepeniyê da. Kurdistaniyan li ber Balyozxaneya Fransayê mîtîngek li dar xistin û xwestin ku dosyaya dozê ji nû ve bê vekirin û biryara nepeniyê bê rakirin.
Nûnera YJK-E’yê Ayten Kaplan di mîtîngê de axivî û ev tişt gotin: “Fransayê dosyaya komkujiya 9’ê Çileya 2013’an girt û biryara nepeniyê da. Lê dewleta Tirk qebûl kir ku wî bi xwe komkujî kiriye. Derket holê ku kujer endamê MÎT’ê ye. Lewma divê teşkîlata MÎT’ê û serowezîrê demê bê darizandin. Ji ber ku MÎT girêdayî wir e. Ger nepenî nedaban dosyayê, wê hatiba darizandin. Daxwaza me ew e ku biryara nepeniyê ya di dosyayê de bê rakirin û berpirsyar bên darizandin.”
‘EM HETA DAWIYÊ LI PEY DOZA XWE NE’
Hevserokê Meclîsa Ûgûr Şakar a Krefeldê Mûhlîse Çewlîg ji ajansa me re axivî û wiha got: “Beriya deh salan li Parîsê sê hevalên me yên jin hatin qetilkirin. Ev komkujî nixûmandin. Ne normal e ku kujer Omer Guney sê roj ji dadgehê re bimîne, bimire. Em difikirin ku Fransa bi dewleta Tirk hevkarî kiriye û ev bûyer nixûmandiye. Em dixwazin ku bûyer bê eşkerekirin û Fransa têkildarî vê mijarî hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re bi dawî bike. Dîsa roja 23’ê Kanûna 2022’an li Fransayî sê hevrêyên me qetil kirin. Em qebûl nakin ku ser deh salan hevrêyek me bê qetilkirin. Em heta dawiyê li pey doza xwe ne û em ê daxwaza eşkerekinina dozê bikin.”
Rojnamevan Bêrîvan Mihemed jî di mîtîngê de axivî û destnîşan kir ku divê Fransa li dijî çalakiyên terorê yên li dijî gelê Kurd tên kirin, xwedî helwest be.
SYDNEY
Li bajarê Sydney ê Avûstralyayê li ber Balyozxaneya Fransayê, Komkujiyên Parîsê hatin protestokirin.
Kurd û dostên wan li ser banga NCKD’ê hatin ba hev. Di daxuyaniya hatî dayîn de, hat gotin ku bi komkujiya 9’ê Çileyê re hemû cîhanê têkoşîna tevgera jinê dît.
Senatora berê ya Partiya Keskan Lee Rhîannon jî wiha got: “Eger hikûmeta Fransayê 2013’an faîşên sûîqesta li hemberî 3 jinên Kurd eşkere kiriba, îro komkujiyek duyemîn ne diqewimî.”
Ji Komîteya Amadekar Hevseroka DKTF’ê Gulfer Xezan, Hevserokê NCKD’ê Îsmet Taştan dosyayek radestî balyozxaneya Sydneyê kirin.
HANNOVER
Meclîsa Jinan a Ronahî ya Hannoverê jî bi boneya salvegera komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê, çalakiyek li dar xist. Li bajarê Hannover ê Elmanyayê wêneyên şehîdan hatin danîna qada Kropckeyê. Di axaftinên hatin kirin de hat diyarkirin ku dewleta Fransa ji ber ku ev êrîş ronî nekir, 23’ê Kanûnê li Parîsê komkujiyek din qewimî. Ji Fransayê hat xwestin ku her du komkujî bên ronîkirin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî Sara Rojbîn Ronahî”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.
SAARBRUCKEN
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê bi organîzasyona Meclîsa Jinan a Şirîn Alamyahû, li dijî komkujiyan merasîm hatin lidarxistin.
Di çalakiya li ber Balyozxaneya Fransa ya Saarland de, çelenga reş hat danîna ber balyozxaneyê û dosya radestî serkonsolos hat kirin. Serkonsolos Sebastîen Gîrard wiha got: “Ez xemgînî û hêrsa we fêm dikim. Ez êşa we parve dikim. Ez soz dikim ku ez ê dosyayê, ragihînim meqama rayedar.”
Belavokên ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve hatin amadekirin jî, di çalakiyê de hatin xwendin. Di çalakiyê de şehîdên Komkujiya Parîsê ya 2’emîn jî hatin bîranîn û peyama “MÎT li vir kar û xebatên xwe didomîne” hat dayîn.
Di çalakiyê de ev daxuyanî jî hat dayîn û wiha hat gotin: “Elmanya û Fransa weke di bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve de, hiqûqa mafên mirovan û navneweyî tune dihesibîne û çavê xwe li ber êrîşên li dijî gelê Kurd digrin. Dewleta Elman weke encamek ê vê polîtîkayê, bi ser sazî, civak û siyasetmedarên Kurd de girtiye.”