Komkujiya Parîsê li Creîlê hat protestokirin
Ji bo şermezarkirina Komkujiya Parîsê û bîranîna şehîdan, li Creîlê meşek bi heybet hat lidarxistin.
Ji bo şermezarkirina Komkujiya Parîsê û bîranîna şehîdan, li Creîlê meşek bi heybet hat lidarxistin.
Ji bo bîranîna Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên di êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê de şehîd bûn, li qada avahiya şaredariya bajarê Creîl ê Fransayê bi sedan Kurdistanî û dostên wan çalakî li dar xistin.
Akademîsyenê Kurd Îbrahîm Seydo Aydogan li vir axivî û destnîşan kir ku navenda vê komkujiyê Enqere ye û ew ê vê komkujiyê qebûl nekin.
Axafvanek ê din jî got ku dewleta Tirk sendroma binketê jiya ye û got ku Kurdistan wê ji dewleta Tirk re bibe goristan.
Piştî axaftinan bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “PKK tolhildan” û “Jin jiyan azadî” ber bi îstasyona Creîlê ve meşiyan.
Çalakî li navenda sûka Creîlê piştî sirûda Çerxa Şoreşê, bi dawî bû.