Komkujiya Parîsê li Barcelona, Valencia, Bilbao û San Franciscoyê hate şermezarkirin

Li herêmên Bask, Katalonya, Valencia û San Franciscoyê bi xwepêşandanan Komkujiya Parîsê hate şermezarkirin.

BILBAO


         


        

Elkartasuna Kurdistango Emakumeekin û Women Defend Rojava li paytexta herêma Baskê li Bilbaoyê xwepêşandanek lidar xistin û bi dehan kes tevlî bûn.

Çalakgeran diyar kirin ku Parîs bûye cihê êrîşên li dijî Kurdan û nêzîkatiya welatên Ewropayê şermezar kirin ku ji ber sedemên jeopolîtîk gelê Kurd gelek caran feda kir.

VALENCIA


         


        

Li Valenciayê jî bi heman armancê çalakiyeke şermezarkirinê hate lidarxistin. Koma jinê ya bi navê Lêgerîn Azadî -Pais Valencia xwepêşandan lidar xist û bi dehan kesên ku di çalakiyê de li hev kom bûn komkujiya li Parîsê şermezar kirin.

Di çalakiyê de her wiha Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin bîranîn ku beriya 10 salan li Parîsê hatin qetilkirin.

BARCELONA


         


        

Nêzî 60 xwepêşandêr li ber Sefaretxaneya Bilind a Fransayê li hev kom bûn û wêneyên sê qurbaniyên Komkujiya Parîsê hildan. Di çalakiyê de belavokên Kongra Star û Azadî Jin hatin xwendin, dirûşmên "Şehîd namirin" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn.

Çalakger ji ber Sefaretxaneya Bilind a Fransayê heta bi Konsolosxaneya Tirk meşiyan.

SAN FRANCISCO

Komkujiya Parîsê li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li San Francisco bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin. Çalakî ji aliyê Californioa Kurdish Community ve hate lidarxistin û Konsolosê Fransayê yê San Franciscoyê Olivier Antoine Reynes jî tevlî bû.

Di daxuyaniyê de ji dewleta Fransayê hate xwestin ku bi ser komkujiyê ve biçe û nehêle ku li hemberî Kurdan dubare bibe. Konsolos Olivier Antoine Reynes jî soz da ku wê daxuyaniyê û daxwazên Kurdistaniyan bigihê hikumeta Fransayê.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serhildan" û "Şehîd namirin" qediya.