Komkujiya Parîsê li bajarên Fransayê hat protestokirin
Kurdistanî û dostên wan li bajarên Rennes, Lorîent û Montpellîerê hatin ba hev û li dijî Komkujiya Parîsê ya 2’emîn çalakî li dar xistin.
Kurdistanî û dostên wan li bajarên Rennes, Lorîent û Montpellîerê hatin ba hev û li dijî Komkujiya Parîsê ya 2’emîn çalakî li dar xistin.
Êrîşa li ser Navenda Çanda Ahmet Kaya ya li paytexta Fransa Parîsê, li bajarên Renne, Lorîent û Montpellîerê yên Fransayê hatin protestokirin.
RENNES
Kurdistaniyên li Rennes Place du Colombierê kom bûn, belavok xwendin û belav kirin. Li qadê piştî mîtîna nîv saetê, girse ber bi navenda bajêr ve meşiya.
Sazî û komeleyên weke UCL, AKB (Komelya Dostaniyê ya Broton a Kurd), PCF (Partiya Komunîst a Fransî), EELV (Ekolojiya Ewropa-Keskan), Lutte Ouvriere, Warsav, Revolution Permoanente, Assosoation-Argentine, Gruope Feminise-Fougeres tevlî meşê bûn. Di meş û mîtîngê de wêneyên kesên di komkujiyê de şehîd bûne, hatin hildan.
Belavokên her saziyekê yên ku Komkujiya Parîsê şermezar dikin û piştevaniya wan a bi têkoşîna gelê Kurd re diyar dikin, hatin xwendin.
Di daxuyaniya li ser navê saziyên Kurdan hat dayîn de jî, wiha hat gotin: “Em wek gelê Kurd ji her demê, bi hêrstir in. Em ê bi hêrs û serhildana xwe hesabê vê komkujiyê bi pirsin.”
Çalakî heta qada Repûblîqûûeyê dewam kir û piştî berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Berxwedan jiyan e”, “Jin jiyan azadî”, “Kujer Erdogan” û “Bijî berxwedana Kurdistan” bi dawî bû.
LORÎENT
Li bajarê Lorîent ê Fransayê ji bo protestokirina Komkujiya Parîsê, bi tevlêbûna gelek rêxistinên çepgir û yên sivîl, Kurdistanî û dostên wan ên li Lorîent û bajarên derdor ên weke Vannesê dijîn, li qada Arîstîde Bîrandê heta saetên şevê çalakî hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan wêneyên Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer (M. Şirîn Aydin), Abdûrrahman Kizil û wêneyên Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) hildan û ber bi yek cadeyên herî qelebalix a bajarê Lorîentê ve meşiyan. Çalakgeran bi Fransî û Kurdî dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” berz kirin û belavokên bi Fransî belav kirin.
Çalakger car din hatin qada Arîstîde Bîrand û ji bo bîranîna Şehîdên Parîsê deqeyek rêz girtin.
Rojnamevan Guler Yildiz li vir axivî û got ku heta Komkujiya Parîsê tê ronîkirin, ew ê bi dostên xwe yên Kurd re li qadan bin.
Rêxistinên çepgir û rêxistinên civakî yên sivîl jî peyamên piştevaniya bi gelê Kurd re dan.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan û stranên Mîr Perwer ê hatî qetilkirin, bi dawî bû.
MONTPELLÎER
Kurdistaniyên li Montpellîerê ji bo protestokirina Komkujiya Parîsê, li çalakiyên xwe dewam dikin. Çalakger îro li qada Comedy bûn.
Rayedarên Partiya Antî-Kapîtalîst a Nû ya Fransayê û Kolektîfa Piştevaniya bi Kurdan a Fransayê tevlî çalakiyê bûn.
Girseyê ji bo bîranîna şehîdan li qadê deqeyek rêz girt. Bi hildana wêneyên sê şehîdên li Parîsê hatin qetilkirin û alên PKK’ê heta avahiya Walîtiyê ya Montpellîerê meşiyan û li vir bi berzkirina dirûşmeya “Kujer Erdogan” çalakiya rûniştinê li dar xistin. Piştre car din vegerîn qada Comedy.
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Şerzat K. daxuyaniyek da. Şerzar ragihand ku wan bi Alîkarê Waliyê Montpellîerê re hevdîtin kirine û ji wan xwestiye ku hêzên li piştî komkujiyê eşkere bikin.
Piştre Berdevkê Kolektîfa Piştevaniya bi Kurdan a Fransayê Serge Ressîgûîer xîtabî girseyê kir û wiha got: “Dewleta Fransayê edaletê û azadiyê na parêze, terorîst û rejîma Erdogan a faşîst diparêze.” Ressîgûîer xwest ku demildest hêzên li pişt komkujiyê bên eşkerekirin.