Komkujiya Parîsê li Avîgnonê hat protestokirin
Kurdistaniyên li Avîgnonê dijîn, bi meşek a protestoyî xwestin ku rolê dewleta Tirk ê di komkujiya li Parîsê de, bê lêkolînkirin.
Kurdistaniyên li Avîgnonê dijîn, bi meşek a protestoyî xwestin ku rolê dewleta Tirk ê di komkujiya li Parîsê de, bê lêkolînkirin.
Kurdistaniyên li bajarê Avîgnon ê Fransayê dijîn, piştî êrîşa li ser Navenda Çanda Ahmet Kaya ya li Parîsê, bê navber çalakiyên xwe didomînin. Kurdistanî îro jî daketin qadan.
Girseya ku li ber îstasyona trenê hat ba hev, alên PKK’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Girseyê heta ber avahiya şaredariyê dirûşmeyên “Kujer Erdogan”, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” berz kirin.
Rêvebirên Navenda Demokratîk a Kurd a Avîgnonê axivîn û xwestin ku demildest komkujî bê ronîkirin û rolê îstixbarata Tirk a di komkujiyê de bê ronîkirin.
Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku heta komkujî tê ronîkirin wê li qadan bin. Piştre çalakî bi dawî bû.