Komkujiya li dijî Elewiyên li Sûriyeyê li Viyanayê hate şermezarkirin
Ji bo işaret bi komkujiya li hemberî Elewiyên li Sûriyeyê bê kirin, li Viyanayê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin.
Ji bo işaret bi komkujiya li hemberî Elewiyên li Sûriyeyê bê kirin, li Viyanayê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin.
Çalakiya şermezarkirinê bi beşdariya nûnerên civaka Elewî û komên piştevan pêk hat.
Di destpêkê de Pîr Huseyîn Elmas gulbank xwend. Piştre daxuyanî hate xwendin.
Di daxuyaniyê de işaret bi êriş, koçberiya bi zorê û tundiya li Elewiyên li Sûriyeyê hate kirin. Bang li saziyên mafên mirovan, rêveberên li Ewropayê hate kirin ku komkujiyan rawestînin û ji bo parastina sivîlan gavên bi lez biavêjin.