Koma ji Swîsreyê Nobeta Azadiyê dewr girt
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya Nobeta Azadiyê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dewam dike. Çalakvanên ku ji bajarê Lozan û Cenevreyê hatin, nobet dewr girtin.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya Nobeta Azadiyê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dewam dike. Çalakvanên ku ji bajarê Lozan û Cenevreyê hatin, nobet dewr girtin.
Înîsiyatîfa Azadî ji bo Abdullah Ocalan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û şikandina tecrîda girankirî, 25’ê Hezîrana 2012’an li bajarê Strasboûrg ê Fransayê Nobeta Azadiyê dabû destpêkirin. Nobet di hefteya 564’emîn de dewam dike.
Her hefte Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, nobetê dewr digirin. Vê hefteyê jî Nûrettîn Tûrgût, Îsa Tûran û Firat Orhan ku bajarên Cenevre û Lozan ên Swîsreyê hatin Nobeta Azadiyê dewr girtin.
Berdevkê komê Nûrettîn Tûrgût axivî û wiha got: “Ev tecrîd, tê wateya tecrîda li ser gelê Kurd, demokrat û Kurdistanê. Ev du sal in em agahî ji Rêbertiya xwe nagirin. Hêzên navneteweyî, Parlamentoya Ewropayê, NATO, Neteweyên Yekbûyî û gelek saziyên din ên navneteweyî eger bêdeng nemînin û erê nekin, ev tecrîd çênedibû. Divê tecrîda li ser Rêbertiya me bi dawî bibe. Di heman demê de em dixwazin ku Rêbertiya me di nav me de be. Em ji bo şikandina tecrîdê û azadkirina Rêbertiya xwe li Strasboûrgê li ber Parlamentoya Ewropayê ne. 11 sal in em nobeta xwe didomînin û em ê ji vir û şûn de jî bidomînin.”