KNK'ê sala nû bi hêviya serketinê pîroz kir

KNK'ê diyar kir ku li hemberî gef û êrîşên dijmin, têkoşerên gelê Kurd li ber xwe didin, karwanê azadiyê dimeşe û got, "Em hêvî dikin sala nû, sala 2023'an bibe dema serketinê, bibe dema xewn û xeyalên geş ên gelê me."

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya sersalê peyamek weşand.

Peyama KNK'ê wiha ye: "Saleke din, sala 2022'an digel hemû xweşî û nexweşîyên xwe ve encam dide. Ji bo gelê me, bi giştî saleke têkoşînê bû. Li her çar aliyên Kurdistanê sal bi têkoşînek mezin derbas bû. 

Li Bakurê Kurdistanê, êrîşên dewleta Tirk, di nava vê salê de jî bê navber dewam kirin. Artêşa Tirk bi hemî îmkanên xwe ve roja 14'ê Nîsana 2022'an de êrîşî qadên Metîna, Zap û Avaşîn kir. Di van êrîşan de çekên kîmyewî û hemî cure çekên qedexe jî bi kar anî. Li hember van êrîşên dijwar, di serî de hêzên gerîla û hemî dînamîkên gelê me, bi fedakarî û qehremaniyek mezin li ber xwe dan, êrîşên wan bê encam hiştin û îdîayên wan derewandin. Berxwedana efsanewî ya li Metîna, Zap û Avaşînê mohra xwe li salê da.

Li Bakur di her warî de berxwedan berdewam e. Berxwedana îro li Bakurê Kurdistanê tê dayîn, çi li zindanan, çi li qada siyasî de û çi li qada gerîla, berxwedaneke pîroz û efsanewî ye.

Li Başûrê Kurdistanê, her çend statûyek destûrî ya federal hebe jî, statûya herêmên dabirayî (Deverên madeya 140) ne diyare. Her wiha di aliyê aborî de li Başûr rewşek giran heye û gelê me ne rehet e. Piştî hilbijartinên 2021'ê di mehên dawiya vê salê de serokkomara hate hilbijartin û hikumeteke nû kete ser kar. Lê dîsa jî Iraq di nava aloziyek mezin de derbas dibe. Paşeroja Iraqê ne diyare. Ev rewş metirsiyan li ser Herêma Kurdistanê jî bi xwe re tîne.

Ji aliyê din ve dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûr gav bi gav zêdetir dibe. Ji hemî deman zêdetir pêwîstî bi yekrêziyê heye û divê rewş bi baldariyek xurt bê şopandin û li hember dagirkeran têkoşîn bê zêdekirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî, bi hemî awayî têkoşîna azadiyê dewam kir. Ji nîvê meha Îlonê û vir ve, di pêşkêşiya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê de, bi taybetî di pêşkêşîya jinan de, li hember rejîmê serhildanek pêk hat. Ev serhildan bi dûrîşma 'Jin Jiyan Azadî' li sernaserê Îranê belav bû û heta niha jî berdewam e.

Ji aliyê din ve, dewleta Îranê jî weke dewleta Tirk, di nava vê salê de êrîşên xwe berdewam kirin û dem dem jî êrîşê Başûrê Kurdistanê jî kir. Pergala Îranê li hundir û li derve di nava alozî û pirsgirakan de derbas dibi. Ev rewş derfetên xurtkirina xebatê bi xwe re tîne. Em hêvî dikin ev rewş, li Îranê bibe sedema guhertinekî demokratîk û li Rojhilatê Kurdistanê jî, bibe bingeha azadî û aştîyê.

Li Rojava, ev e deh sal in statûyek fêîlî heye. Ev destketeke mezin e û divê bi hemî awayî bê parastin û bê fermîkirin. Heta niha jî rejîma Sûrî, ji çareseriyek aştiyane re ne amade ye. Dewleta Tirk, di 19'ê meha Mijdarê de bi hemî hêzên xwe yên hewayî, êrîşê Rojavayê Kurdistanê kir. Ev êrîşên dijwar ji hefteyekê zêdetir dewam kir. Di van êrîşan de bi taybetî binsaziya herêmê hate hedefgirtin û xwestin rêveberiyê hilweşînin.

Dewleta Tirk, gef û êrîşên xwe yên li ser Rojava berdewam dike. Hêzên parastinê, bi hemî awayî di rewşa amadebaşîyê de ne. Rêveberiya siyasî û îdarî jî, di nav xebateke berfireh a dîplomasiyê de ye. Pêwîstiya Rojava bi her awayî, bi alîkariyê heye. Divê hemî hêz û hemî gelê Kurdistanê û hemî dostên Kurdan, ji bo parastina Rojava, şev û roj di nava çalakî û xebatan de bin. Xwedîderketina li Rojava, xwedîderketina li hemî Kurdistanê ye.

Di dawiya salê de dewleta Tirk şerê xwe anî navenda Ewropa jî. Roja 23'ê Kanûnê li bajarê Parîsê, bi destê kirêhgirtiyên xwe, êrîşê xebatkar û welatparêzên Kurd kir û di encamê de yek jê rêvebira tevgera azadiyê (Evîn Goyî) û 2 welatparêzên din şehîd ketin û 3 welatparêzên Kurd jî birîndar bûn. 

Li hember hemî gef û êrîşên dijminan, têkoşerên gelê Kurd li ber xwe didin û karwanê azadiyê dimeşe. Di dawiya sala 2022'an de eger muhasebeya navxweyî bê kirin, digel hemî êş û bedelan û her wiha şaşî û kêmasiyên di xebat û têkoşînê de rûdayî, dîsa jî têkoşîna azadiyê serketî ye. Êrîşên dijminan vala hatine derxistin û hatine xetimandin. Hêzên Kurdistanî her bi çi rengî be bila bibe, divê bi diyaloga navxweyî pirs û pirsgirêkên xwe çareser bikin, bi tifaq û bi hevkarî hewildanên dijmin û dagirkeran serû bin bikin.

Em hêvî dikin sala nû, sala 2023'an bibe dema serketinê, bibe dema xewn û xeyalên geş ên gelê me.

Bi van bîr û hiziran KNK sala nû ya hemî Kurd, Kurdistanî û Cîhanê pîroz dike."