KNK’ê ji xizmên qurbaniyên şewata li Soran re sersaxî xwest
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ji xizmên qurbaniyên şewata li Soran re sersaxî xwest.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ji xizmên qurbaniyên şewata li Soran re sersaxî xwest.
Şeva borî li navçeya Soran ya Hewlêrê agir bi avahiyekê ket ku di encamê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi peyameke sersaxî ji xizmên qurbaniyan re.
Peyama KNK’ê wiha ye:
“Pir bi mixabinî ji ber karesata şewitîna avahiyeke mamoste û xwendekarên Zanîngeha Soranê 14 kesan jiyana xwe ji dest da hin kes jî birîndar bûn. Ji ber vê bûyera xemnak em bi navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê serxweşiya xwe ji bo xizmên qurbaniyan dişînin û hêvî dikin ku birîndar di demeke kin de bi tenduristiyeke baş vegerin nav xizmên xwe. Em ji vir daxwazê ji aliyên peywendîdar dikin ku li ser sedemên çêbûna vê karesatê lêkolînên cidî bikin û aliyên xemsar bişînin ber qanûnan.
Em hêviya başbûna zû ya birîndaran dixwazin, ruhê qurbaniyan şad be.”