KNK'ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

KNK’ê, Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got: “Gelê Kurd, ji bo berdewamiya hebûna xwe her tim têkoşiyaye. Di vê têkoşînê de çepera berxwedana ziman her tim bûye sengera man û neman û jiyanê.”

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdehiyê KNK'ê bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyeke nivîskî weşand. KNK’ê bi dirûşmeya “Zimanê me, beşekê giring ê hebûna me ye” Roja Zimanê Kurdî pîroz kir.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

“15’ê Gulanê, Roja Zimanê Kurdî ye, em ku vê salvegerê pîroz dikin, dijminên gelê me yên li Tirkiye û Îranê bi awayekî hovane mafên me yên neteweyî û yê zimanê me yê zikmakî qedexe kirine û hewil didin ku ji holê rabikin. Li rojhilatê welêt, şoreşa jiyanê “Jin, jiyan, azadî” pareke giring jê jî bi vê dozê ve girêdayî ye. Her çiqas başûr û rojavayê Kurdistanê çend qonax li pêş be, tê de zimanê Kurdî zimanê perwerdehî,fêrkirin û rêveberiyê be jî, ev nayê wê wateyê ku kêmî û qelsî û arîşe tê de nebin.

Gelê me, ji bo berdewamiya hebûna xwe her tim têkoşiyaye. Di vê têkoşînê de çepera berxwedana ziman her tim bûye sengera man û neman û jiyanê. Ji ber vê yekê dagirkeran jinavbirin û lawazbûna gelê Kurd bi tunekirina ziman ve girê dane.

Ji bo vê jî giring e ku Kurd di mijara ziman û perwerdehiya bi zimanê xwe yê zikmakî ku Kurdî ye de teqez û israr bikin û ji bo vê,  bi berdewamî têbikoşin.

Em KNK, bi vê hizir û baweriyê dîsan cejna zimanê Kurdî bi dirûşmeya ‘Zimanê Kurdî beşekê giring ê hebûna me ye’ pîroz dikin û li gel aliyên taybetmend û pispor ên vî warî, bi plan li xebatê dewam dikin ji bo bipêşxistina zimanê Kurdî di hemû war û astan de.

Em, careke din Roja Zimanê Kurdî li hemû gelê Kurd û Kurdistanê pîroz dikin.”