Kibris wê Kenan Ayaz teslîmî Elmanyayê bike
Dadgeha Bilind a Kibrisê biryar da ku siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz teslîmî Elmanyayê bike.
Dadgeha Bilind a Kibrisê biryar da ku siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz teslîmî Elmanyayê bike.
Di 15’ê Adarê de dema ku siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz xwestibû ji balefirgeha Larnaka ya Kibrisê biçe Swêdê serdana malbata xwe, bi hinceta ku dewleta Elmanyayê biryara girtina wî dane, Kenan Ayaz ji aliyê polîsên Kibrisê de hatibû destgîrkirin. Dadgeha Larnakayê di 19’ê Nîsanê de biryar dabû ku Ayaz teslîmî Elmanyayê bike lê rêya Dadgeha Bilind vekirî hiştibû.
Di 9’ê Gulanê de rûniştin hatibû kirin û biryar îro hate dayîn. Li gorî biryarê wê Ayaz teslîmî Elmanyayê were kirin.
Li pêşiya Dadgeha Bilind a Lefkoşayê Navenda Civakî ya Kurdan Konê Edaletê vegirtibû. Polîsan li vir Îbrahîm Ayaz ê ku di greva birçîbûnê de ye û birayê Kenan Ayaz e, rojnamevan Baran Hebûn û Mehmet Ûçaş destgîr kiribû. Hate diyarkirin ji bo protestokirina biryarê Ayaz di 4’ê Gulanê de dest bi greva birçîbûnê kiribû.
Piştî biryara teslîmkirina Kenan Ayaz, Kurd û dostên gelê Kurd li pêşiya Dadgeha Bilind a li Lefkoşayê kom bûn û biryar şermezar kirin.