KCDK-E'yê ji bo meşa li Lozanê banga tevlîbûnê kir
KCDK-E'yê ji bo meşa 26'ê Tîrmehê ya li Lozanê banga tevlîbûnê kir ku wê di salvegera 102'emîn a Peymana Lozanê de bê lidarxistin.
KCDK-E'yê ji bo meşa 26'ê Tîrmehê ya li Lozanê banga tevlîbûnê kir ku wê di salvegera 102'emîn a Peymana Lozanê de bê lidarxistin.
KCDK-E'yê got, "Em Peymana Qirkirinê ya Lozanê di salvegera 102'emîn de şermezar dikin ku 24'ê Tîrmeha 1923'an bi destê hêzên navneteweyî hate kirin."
KCDK-E'yê diyar kir ku Peymana Lozanê ya navbera Îngilistan, Fransa û Tirkiyeyê hate mohrkirin, kêliyeke dîrokî ye ku pêşî li qirkirina Kurdan vekiriye, ew fermî kiriye û got, "Ev yek destwerdaneke navneteweyî bû ku gelê Kurd û cografya Rojhilata Navîn xist nava pêvajoyeke giran a şer.
Bi Lozanê re gelê me ne tenê ji aliyê cografîk ve, her wiha bi êrîşa li ser yekîtiya neteweyî îradeya wê ya siyasî hate desteserkirin, bingeha wê ya civakî hate parçekirin û polîtîkayeke giran a înkar û îmhayê hate destpêkirin. Di vê pêvajoyê de ku netewe dewlet hatin avakirin, mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelê Kurd tine hate hesibandin; gelê me di nava sînorê çar dewletan de hate asêkirin.
Bi avabûna netewe dewletan re li ser azadî, xweserî û hemû cihêrengiyan êrîşeke topyekûn hate kirin. Doktrîna 'Yek welat, yek milet' hate ferzkirin. Bi asîmîlasyoneke kûr a li ser vê doktrînê re hewla qirkirinê hate dayin. Piştî Peymana Lozanê li şûna bicihanîna sozên ku ji gelê Kurd û nûnerên wan re hate dayin, bi asîmîlasyoneke giran a ku Kurdan tine dihesibîne qirkirin hate ferzkirin û konsepta înkar û îmhayê kete meriyetê.
Dewletên dagirker ên êrîşî hebûna gelê Kurd kirin, di serî de ziman her tiştên bi navê Kurdan kirin hedefa xwe. Bi destûra bingehîn a sala 1924'an re Kurd tine hatin hesibandin û plana îmhayê kete meriyetê û gihîşt vê astê. Li şûna sozên sexte yên di dema Lozanê de hatin dayin, konsepta îmha û qirkirinê hate bicihkirin. Di vê çarçoveyê de li cografya Kurdistanê bi dehan caran komkujî û dagirkerî hate kirin.
Rewşenbîr û hêzên civakî yên Kurd ên bi qirkirinê hesiyan, serî hildan, lê belê serhildana wan jî bi komployan hate tepisandin, bi pênase û provokasyonên cuda re hatin qetilkirin û tepisandin. Gelê Kurd, berdêla xwe çi dibe bila bibe li dijî vê qirkirinê dest ji têkoşînê berneda. Raperînan ji sala 1925'an û vir ve dewam kirin û heta ku gelê Kurd azad bibe wê dewam bikin.
Peymana Lozanê navê fermîkirina qirkirin û înkarkirina gelê Kurd e. Bi vê peymanê re êrîşên qirkirinê li ser hemû parçeyên Kurdistanê bi rêk û pêk bûn. Îradeya bi milyonan mirovî Rêber Apo nehişt ku qirkirin temam bibe û bi fikrên xwe bû hêza çareseriyê, bi vî rengî hemû plan têk bir. Bi saya vê têkoşînê gelê Kurd gihîşt asta hişmendiya neteweyî û weke gelekî rêya yekbûnê ya bi berxwedanê hilbijart.
Gelê Kurd li gel şert û mercên giran serî netewand; bi îradeya diyarkirina paşeroja xwe, wekhevî û azadiyê berxedana zêdeyî sed sal in dewam dike, bi biryardarî meşand. Em îro, di salvegera 102'emîn a Lozanê de careke din îlan dikin: Em vê statukoya ku li gelê me hatiye ferzkirin red dikin! Em ê bi biryardariya avakirina paşerojeke demokratîk bi îradeya xwe ya siyasî û yekîtiya xwe ya neteweyî têkoşîna xwe hîn mezin bikin.
Gelê Kurd bi bi hezaran şehîdan li hemberî qirkirina Lozanê ya 102 salan weke îrade li ser xaka xwe vê peymanê nas nake. Êdî berxwedana azadiyê ya gelê Kurd gihîştiye wê astê ku di sala 102'emîn a Lozanê de vê peymanê têk bibe.
Weke KCDK-E em bang li gelê xwe dikin ku di sala 102'emîn a Peymana Lozanê de ku qirkirina Kurdan hate destpêkirin, di 26'ê Tîrmehê de em bi ruhê yekîtiya neteweyî ji bo meşa li Lozanê seferber bibin û beşdar bibin.
26'ê Tîrmeha 2025, Şemî, Saet: 13.00, Navnîşan: Terrase Jean-Monnet, Lozan Swîsre"