KCDK-E: Têkoşîna azadiyê ya jin pêşengiya wê dike wê mirovatiyê rizgar bike

KCDK-E 8’ê Adarê silav kir û got: “Têkoşîna azadiyê ya jin pêşengiya wê dike wê mirovatiyê rizgar bike.” KCDK-E her wiha banga tevlêbûna çalakiyên 8’ê Adarê kir.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Em 129 jinên kedkar ên ruhê 8'ê Adarê ne, di sala 164'an de careke din bi rêzdarî bi bîr tînin."

KCDK-E’yê ragihand, “8'ê Adarê serhildan û berxwedaneke li dijî îstîsmarkirina beden û keda jinê ye ku di dîroka mirovahiyê de hatiye nivîsandin” û wiha pêde diçe; “8’ê Adarê rojek e ku hesreta azadiyê ya jinên ku di hemû qadên jiyanê de bi îdeolojiya mêr tên tepisandin, qirkirin, qetilkirin, li bazarên koleyan tên firotin û li kolanan tên kuştin derketiye asta herî jor.

'JIN PÊŞENGÎ DIKIN'

Roja têkoşîna jinên birûmet e ku nûnertiya ronahiyê li dijî zîhniyeta hov a DAÎŞ’ê û tarîtiya serdema navîn a ku li Rojhilata Navîn li dijî gelan, jin û zarokan şer dike, ye.

Li dijî zextên mêtînger, tecawizkar û kevneperest ên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê, jinên pêşengiya têkoşîna gelan dikin, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li qadan bê tirs bertek nîşan didin. Têkoşîna azadî û wekheviyê ya ji aliyê jinan ve tê meşandin, desthilatdariyê ditirsîne.

Çavkaniyeke din a îlhama mezinkirina tevgera jinê ya bêdawî ku ji bo azadiya xwe gav paşde navêje û berxwedana xwe li her qadê dimeşîne, têkoşîna rûmetê ya jinên leheng ên Kobanê û Rojava ye. Têkoşîna azadiya jinê ya ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ditirsîne, weke hêviyeke mezin pêşengiya gelên Tirkiye û Kurdistanê dike.

Têkoşîna azadiyê ya ku jin tê de cih digire û pêşengiyê dike, bêguman wê bi rizgarkirina mirovahiyê bi ser bikeve.

Li hemberî şer, komkujî, kuştin, xizanî û her cure zext û zordariyên ku jiyan xistiye xeteriyê û rewşekê ku nayê jiyîn kirin, yekane rêya rizgariyê jin e.

Sembolên berxwedanê Sakîne, Bêrîtan, Leyla Qasim, Zilan, Arîn Mîrkan, Besê, Asiye Yuksel û dayikên Taybet sembolên berxwedana jinê ya civakî dibe û 8'ê Adarê ne.

KCDK-E di dawiya daxuyaniya xwe de banga daketina qadan li hemû jinan kir.