KCDK-E: Newroza 2022'an aşkerekirina vînê û referandûmê ye
Hevserokên KCDK-E'yê Newroza 2022'an ku bi milyonan kes tevlê bûne weke, ''Aşkerekirina vîna gelê Kurdistanê û referandûmê'' pênase kir.
Hevserokên KCDK-E'yê Newroza 2022'an ku bi milyonan kes tevlê bûne weke, ''Aşkerekirina vîna gelê Kurdistanê û referandûmê'' pênase kir.
Hevserokên KCDK-E'yê piştî pîrozbahiyên Newrozê daxuyaniyeke niviskî dan û diyar kirin Newroza 2022'an gelê Kurdistanê vîna xwe aşkere kiriye û li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan asê bûye ev vîn.
KCDK-E'yê got, ''Newroza 2022'an ya ku bi dirûşma ''Newroza Azadiyê ya sala 50'î'' li Kurdistanê û li gelek navendên Ewropayê qulibiye ser aşkerekiain vînê, bûye bilindciha ku bi milyonan mirov li dora Rêber Apo bi vîneke polatî kom bûne û lê xwedî derketine. Bi helwesta biryardar ku Newrozê hatî danîn, bi dirûşmeyan Kurdistaniyan vîna xwe aşkere kirine, Newroza 2022'an li dora Rêber Apo bûne yek û vîna xwe anîne asta herî jor.''
KCDK-E'yê bi berdewamî bang li dewletên Ewropayê kir û got, ''Divê hurmet li daxwaz û vîna gelê Kurd were nîşandan, PKK ji nav lîsteya qedexeya were derxistin. Saziyên navetewî divê bi helwesta xwe nebin piştgirê komkujiyan lê bibin xwedî helwesteke wih ku çareseriya demokratîk hêsan dike.
Di Newrozê de Kurdistan bi yek dengî li dora Rêber Apo bû vîn, peyama herî zelal da hêzên navnetewî û mêtingeran. Newroza 2022'an şanî dijmin, ên ku serê xwe ditewînin û nokeran daye, gelê Kurd yekîtiya netewî, bi têkoşîna bi berxwedane dikare bi cih bîne. Nîşan daye li şûna xizmeta ji bo dijmin, bi meşa li nav eniya azadiyê, bi rihê yekîtiya netewî yên ku li ber xwe didin wê serkeftin were.''
KCDK-E'yê herî dawî got, ''Em KCDK-E em vîn û berxwedana bi milyonan ku li Ewropa, Kanada, Ewûstralya, Kurdistanê bûye weke çemekî pîroz dikin. Gelê KurdistanÊ û saziyên wê, heta ku vîn û biryardariya ku di Newrozê de hatî nîşandan encam bigire bi rihê seferberiyê têkoşînê geş bikin.''