KCDK-E: Me Helebçe, Qamişlo, Gazî û Efrîn ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

KCDK-E'yê ragihand ku meha Adarê ji bo gelê Kurd meha komkujî û berxwedanê ye û bang li gelê Kurdistanê kir ku li dijî êrişên qirker ên dewleta Tirk li her derê li ser bingeha yekîtiya neteweyî berxwedanê geş bikin, azadiyê misoger bikin.

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li ser salvegera komkujiyên Helebçe, Qamişlo, Gazî û Efrînê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku meha Adarê ji aliyê gelê Kurdistanê ve meha komkujî û berxwedanê ye û hate destnîşankirin ku gelê Kurd bi berxwedan û têkoşînê nirxên xwe parastiye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dîktator Saddam sala 1988'an li Helebçeyê bi gazên kîmyewî û hardalê 5000 mirovên me qetil kir, dewleta Tirk a mêtinger jî 12'ê Adara 1995'an li Stenbolê Komkujiya Gazî kir. Rejîma Sûriyeyê jî 12'ê Adara 2004'an hewl da provokasyona şer bixe nava Kurd û Ereban û komkujî kir. Faşîzma AKP-MHP'ê jî 18'ê Adara 2018'an bi heman zîhniyet û polîtîkayên komkujiyê Efrîn dagir kir. Van polîtîkayên dagirkerî û komkujiyê nekarîn têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê asteng bike û hêrs û biryardariya gelê me ya ji bo têkoşînê jî mezin kir.

Dewleta Tirk bi heman zîhniyet û armancê îro jî bi rengekî bêperwa li Kurdistanê êrişan dike. Çawa ku yên komkujî li Helebçe û Qamişloyê kirin winda kirin, dewleta Tirk jî li pêşberî têkoşîna azadiyê ya gelê me têk diçe û ketiye nava krîzên giran.

Dîrokê careke din nîşan da ku bi zext û tundiyê, têkoşînên azadî, wekhevî û demokrasiyê nikarin bêne astengkirin. Çekên kîmyewî, biyolojîk an jî konvansiyonel, kîjan çek bê bikaranîn jî, bi komkujî û tundiyê têkoşîna demokrasî û azadiyê nikare bê astengkirin. Wê nikaribin li pêşiya têkoşîna wekhevî, azadiyê ya gelê Kurd bibin asteng.

Zîhniyeta ku doh li Helebçeyê bi çekên kîmyewî û biyolojîk hewl da têkoşîna gelê me bitepisînin, bi heman rengî li Efrîn, Şengal, Başûr, Mexmûr û Bakur îro jî êrişî gelê me û nirxên me dike û hewl dide temenê xwe dirêj bike.

Bi navê KCDK-E'yê em bang li tevahiya gelê Kurdistanê dikin ku li dijî êrişên qirker û komkujiyan, wezîfeya xwe ya wijdanî û exlaqî bi cih bînin, li ser bingeha yekîtiya neteweyî berxwedanê mezin bikin û azadiya gelê me ku daxwaza şehîdên me ye bi cih bînin."