KCDK-E konferansa xwe ya salane pêk anî
KCDK-E konferansa xwe ya salane bi mijara “Ji bo Civakek Demokratîk Guherîn û Veguherîn” hat lidarxistin.
KCDK-E konferansa xwe ya salane bi mijara “Ji bo Civakek Demokratîk Guherîn û Veguherîn” hat lidarxistin.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên Ewropayê (KCDK-E), di navbera 13-18’ê Tîrmehê de konferansa xwe ya salane li dar xist.
Konferans bi beşdariya Navendên Civaka Demokratîk a Kurd û federasyonê ku di bin sîwana KCDK-E’yê de ne, hat li dar xistin. Konferans, bi rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir.
Konferansa îsal rastî demeke krîtîk a têkoşîna azadiya Kurd hat. Piştî 26 salan, cara yekem bû ku Rêber Apo bi peyameke dimen dengê xwe gihande raya giştî û piştre jî bi pêşengiya Hevserokatiya KCK’ê, merasîma şewitandina çekan ji aliyê komeke gerîla ve pêk hat û ev di raya giştî ya cîhanê û di nav gelê Kurd de deng veda. Konferansa ku bi mijara “Ji Bo Civakek Demokratîk Guherîn û Veguherîn” kombûyî, hem pêvajoya siyasî ya heyî û hem jî kêmasiyên demê borî nîqaş kir.
Li ser rola diyasporaya Kurd ku çawa dikare beşdarî vê pêvajoya nû bIbin, nirxandin hatin kirin.
Hevserokê KONGRA GEL’ê Remzi Kartal, di destpêka axaftina xwe de silavên Rêber Apo gihande kongrê û got: “Em ji pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Di vê pêvajoyê de divê nîqaş û biryarên me bi hişmendiya vê berpirsyariya dîrokî bêne kirin.”
Di konferansê de gelek delegeyan axaftin kirin û li ser kêmasiyên rêxistibûnê, rexne û rexnedayînên xwe dan. Hate gotin ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo, ji bo van çareseriya pirgirêkan rêya wan ronî dike û divê herkes xwe li gorî vê serdema nû amade bike.
Bi taybetî ji bo diyasporaya Kurd ya li Ewropayê, xalên girîng hatin destnîşankirin ku ew xwe ji nû ve rêxisitin bike û saziyan ji nû ve avab ikin. Ev yek ji aliyê hemû delegeyan ve weke pêşniyareke hevpar hate diyarkirin. Di vê çarçoveyê de, ji bo serdema nû plansaziyên berbiçav hatin diyar kirin ku qadên xebatan û komên pispor yên van qadan hatin destnîşan kirin.
Axaftina dawî dîsa ji aliyê Remzi Kartal ve hate kirin. Konferans bi dirûşmên “Biji Serok Apo”, “Şehîd Namirin”, “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.