KCDK-E: Ji bo Şoreşa Rojava bibe xwedî statû em seferber bibin

KCDK-E, ji bo statûya Şoreşa Rojava ku di sala xwe ya 14'emîn de ye bê naskirin, li Awûsturyalya, Kanadayê û her derê Ewropa banga seferberiyê kir.

ŞOREŞA 19'Ê TÎRMEHÊ

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), diyar kir ku Şoreşa Rojava, ku di 19’ê Tîrmeha 2012’yan de pêk hat, bi berxwedana Kobanê re gihişte lûtkeyê û got ku yek ji tevgerên rizgariyê yên herî girîng ên sedsala 21’an e.

KCDK-E anî ziman ku ev şoreşa bi pêşengiya jinan, gel û komên baweriyên cihêreng li dora têgihîştineke demokratîk a neteweyê kir yek û got ku hevsengiyên siyasî û civakî li Rojhilata Navîn guherand.

KCDK-E, destnîşan kir ku DAÎŞ û komên selefî yên mîna wê bi îradeya jinan hatin têkbirin û diyar kir ku ev şoreş bi bedeleke mirovahiyê, bi beşdariya enternasyonalîstan hatiye avakirin.

KCDK-E, da zanîn ku îro bi taybetî gelê Durzî di bin gefên komkujiyê ya komên radîkal de ye û behsa girîngiya jiyanî ya modela piralî û wekhev a Şoreşa Rojava li dijî van gefan kir.

KCDK-E, her wiha diyar kir ku Rojava paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û rizgariya jinan a Rêber Apo temsîl dike û daxwaza naskirina statûya şoreşê ji aliyê hêzên navneteweyî kir û banga seferberi, hevgirtin û xurtkirina têkoşînê kir.