KCDK-E: Em sala nû bikin sala azadiya Rêbertî û Kurdisanê

KCDK-E’yê bi boneya sala nû daxuyaniyek da û got: “Em ji bo ku sala nû bikin sala azadiya Rêbertî û Kurdistanê, banga seferberiyê li her kesê dikin.”

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) peyama sala nû weşand.

Di peyamê de wiha hat gotin: “Sala 2022’an dewleta Tirk a mêtinger ji bo tasfiyekirina têkoşîna azadiya Kurd, hemû rêbazên qirêj pêk anî, hemû nirxên demokratîk û mirovî binpê kir û hewl da ku bi polîtîkayên dagirkerî û qirkirinê, encam bigire.”

‘GERÎLA Û GEL BERXWEDANA DESTANÎ NÎŞAN DA’

Di peyama KCDK-E’yê de ev tişt hatin gotin:

“Li Zap, Metîna û Avaşînê bi bikaranîna çekên kîmyewî ji bo tasfiyekirina gerîlayên azadiya Kurdistanê, hemû tişên ku ji destê hat ceriband. Lê plana desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst li hemberî berxwedana destanî ya gerîla, îflas kir û sendroma Zapê jiya û têk çû.

Dewleta Tirk weke ku di êrîşên li ser Başûr, Şengal, Mexmûr û Rojava de binket, li hemû parçeyan û di encama têkoşîna gelê Kurdistanê yê ji dervey welat û gerîlayên azadiyê, krîzek mezin dijî.

Gelê me yê ji dervey welat dijî, li dijî van polîtîkayên komkujî û qirkirinê her roj her der kirin qada berxwedanê û bi dostên xwe re xwedî li Kurdistanê derketin, li dijî polîtîkayên dagirkerî û komkujiyê yên mêtingeran bûn seferber û sala 2022’an kirin sala têkoşînê.

Li dijî konsepta tenê hiştin û tasfiyekirinê ya dewleta Tirk a faşîst, sala 2022’an paradîgmaya Serok Apo bû navneteweyî û hêviya gelan. Ev salek çêbû. Kesayetên li çar aliyên cîhanê tên nasaîn, akademîsyen, nivîskar û sazî ji bo azadiya Rêbertî, ‘kampanyaya Ji Ocalan re Azadî’ pêş xistin.

Dîsa ji bo PKK ku bi têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê nirxên xwe yên mirovî parast û têkoşîna demokrasî, azadî û wekheviyê dimeşîne, ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin, 1003 rewşenbîran ji bo Kurdan kampanyay edaletê dan destpêkirin û xwedî lê derketin.

Têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jinan bilind bûyî, bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ bû salek a ku felsefeya Rêbertî û azadiya jinên tevgera Kurd astek a navneteweyî bi dest xistî.

‘EM JI BO AZADIYÊ SEFERBER BIBIN’

Dewleta Tirk a faşîst bi qetilkirina Emîne Kara (Evîn Goyî) a li dijî DAÎŞ’ê rûmeta xwe ya mirovahiyê parast û têkoşiya, hunermend Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ê di her şert û mercî de girêdayî têkoşîn û nirxên xwe, şerê qirêj ê li dijî Kurdan bi rêve dibe, li Ewropayê pêk anî.

Em weke KCDK-E’yê sala nû ya gelê Kurdistanê û dostên wê ku sala 2022’an bi fedakarî û lehengiyên mezin li dijî mêtingeriyê têkoşiya û ya hemû mirovahiyê pîroz dikin. Em ji bo ku sala 2023’an bikin sala azadiya Rêbertî û Kurdistanê, banga seferberiyê li her kesê dikin.”