KCDK-E: Em 4'ê Nîsanê bi coş pêşwazî dikin

KCDK-E'yê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got, "Em 4'ê Nîsanê 74'emîn rojbûna Rêberê xwe di rêya azadiyê de bi coş pêşwazî dikin."

KCDK-E’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku, ew bi biryardariya “Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad û Berxwedan” 4’ê Nîsanê ji nû ve jidayikbûn û hebûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li axa Kurdistanê pîroz dikin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Rojbûna Rêber Apo, tê wateya roja rizgariya gelê Kurd ji qirkirin û dîlgirtinê ye, roja civakîbûna heqîqet û edaletê ye. Bi vê munasebetê em 4’ê Nîsanê li hemû mirovahiyê û gelê xwe pîroz dikin.

Rêber Apo ku di rojbûna xwe ya 74’emîn de di bin tecrîda giran a hêzên navneteweyî û rejîma faşîst a AKP-MHP’ê de ye, teqez wê azad bibe û erka xwe ya dîrokî ya ji bo gelê Kurd û mirovahiyê bilîze.

Newroza 2023’yan coş û xwedîderketina bi milyonan kir ku bêyî nîqaş Rêber Apo xwedî wate û mîsyoneke dîrokî ye. Ji ber vê yekê sala 2023’yan ji niha ve bûye saleke ku em ê bi Rêbertiya Azad Serok Apo re hevdîtinê pêk bînin.

Weke KCDK-E em bang li her kesî û di serî de gelê Kurdistanê dikin ku 4’ê Nîsanê bi dirûşmeya “Ji Reber Apo re azadî” pîroz bikin û têkoşîna azadî û demokrasiyê bilind bikin.

Bi vê munasebetê em ji bo azadiya hemû girtiyên siyasî di serî de Rêber Apo seferber bibin."