KCDK-E: Di 7’ê Çileyê de em dakevin qadan
KCDK-E’yê ji bo meşa navendî ya di 7’ê Çileyê de ya ji bo protestokirina qetlîamên Parîsê bang li gelê Kurd û dostên gelê Kurd ên li Ewropayê kir ku bila dakevin qadan.
KCDK-E’yê ji bo meşa navendî ya di 7’ê Çileyê de ya ji bo protestokirina qetlîamên Parîsê bang li gelê Kurd û dostên gelê Kurd ên li Ewropayê kir ku bila dakevin qadan.
KCDK-E’yê ji bo meşa navendî ya di 7’ê Çileyê de ya ji bo protestokirina qetlîamên Parîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“10 sal ji ser qetilkirina 3 jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez derbas bû. Ev her sê jinên şoreşger di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê ji aliyê MÎT’a Tirk ve hatibûn qetilkirin.
Ev cinayeta plankirî di dema muzakereyên Osloyê û pêvajoya muzakereyê ya bi Rêber Abdullah Ocalan re li Îmraliyê tê meşandin, hate kirin. Lê piştre hate xwestin ser vê qetlîamê were girtin. Hemû şop û hemû daxuyaniyên piştî wê weke komkujiyeke ku ji aliyê Enqere, Fransa û Ewropayê ve hatiye organîzekirin, kete dîrokê.
Piştî vê qetlîama li Parîsê, hemû lêpirsînên ku ji aliyê dozgerên Fransî ve hatin kirin, bi zelalî bal kişand ser MÎT û Enqereyê. Lêpirsîna ku bi salan dom kir û bi demê re ji aliyê dewleta Fransa ve belav bû, bi zanebûn heta îro hat û tu encam jê derneket.
Li gel ku bi salan li edaletê hate gerîn jî, ne Ewropa û ne jî Fransayê tu gav neavêtin. Di heman demê de ragihandin ku kujer Omer Guney di 17’ê Kanûna 2016’an de li nexweşxaneyeke Parîsê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Dosya ji aliyê dewleta Fransayê ve bi awayekî neqanûnî hat rakirin.
JI BER KU EW QETLÎAM NEHAT RONÎKIRIN QETLÎAMA DUYEMÎN PÊK HAT
Tevî ku di ser qetilkirina sê şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez 10 sal derbas bûn jî, dewleta Tirk a faşîst di 23’ê Kanûna 2022’an de qetlîameke din kir.
Di 23’ê Kanûna 2022’an de Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û Abdurrahman Kizil ji aliyê kujerekî nû ve hatin qetilkirin. Cih dîsa Parîs bû û berpirsyarê Komkujiya Parîsê ya Duyemîn jî dewleta Tirk bû ya ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez qetil kiribû.
Heta ku qetlîamên 9’ê Çileya 2013’an û 23’ê Kanûna 2022’an dernekevin holê û hesab ji wan neyê pirsîn, dewleta Fransa wê nikaribe ji vê berpirsyariyê rizgar bibe. Divê dewleta Fransayê van her du qetlîamên ku di navbera 10 salan de hatine kirin ronî bike û dewleta Tirk li dadgehên navneteweyî bê darizandin.
Ji 9'ê Çileya 2013'an û vir ve lêgerîna edaletê bi çalakiyan berdewam dike. Di serî de jinên Kurd, Kurdistanî, tevgerên jinên Ewropa û dostên wan di qada têkoşîna hiqûqî û dîplomasiyê de vê qetlîamê tînin rojevê.
Divê ev her du qetlîamên ku skandaleke hiqûqî ya navneteweyî ne, di zûtirîn demê de bên ronîkirin, sûcdar li dadgehên navneteweyî bên darizandin, dewleta Fransa demildest bi malbatan re hevdîtinê pêk bîne û ji ber van qetlîamên ku hatine kirin ji malbat û gelê Kurd lêborînê bixwaze.
Di qetlîamên Parîsê yên 9’ê Çileya 2013’an û 23’ê Kanûna 2022’an de têkoşîna azadiyê ya Kurd û berxwedana gelê Kurd di şexsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û Abdurrahman Kızıl de bi awayekî zelal bûne hedef.
Di meşa navendî ya di 7’ê Çileyê de em bang li gelê xwe yên li çar aliyên Ewropayê dikin ku ji bo protestokirina qetlîamên Parîsê bikevin nava liv û tevgerê û xwedî li şehîdên xwe derkevin.
Em KCDK-E bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku di 7’ê Çileyê de ji bo protestokirina qetlîamên Parîsê yên 9’ê Çileya 2013’an û 23’ê Kanûna 2022’an dakevin qadan.