KCÊ-E Mam Beşîr di salvegera 1'emîn a şehadeta wî de bi bîr anî

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê di yekemîn salvegera şehadeta Hasan Dûtar (Mam Beşîr) de ew bi bîr anî û diyar kir ku wê li ser şop û xeta şehîdan bin.

Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Hasan Dûtar (Mam Beşîr) 14'ê Kanûna 2020'î li Şengalê di encama krîza dil de şehîd bûbû. Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) bi wesîleya salvegera yekemîn a şehadeta Mam Beşîr daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Di ser koça Mam Beşîr (Hesen Dûtar) re, salek derbas bû. Di serdemeke ku her zêde pêdiviya civaka me ji hebû, wî bêwext ji nava me bar kir. Cihê wî bi qasî çiyayekî vala ye.

Mam Beşîr, bi keda xwe ya bêhempa şopajoyê nemir Hakî Karer bû. Mam Beşîr, wekî navê xwe Mam bû. Ew Mamê koçber û derbederên li xerîbistan û yabanan bû. Mamê bermayên fermanan bû.

Mamê şoreşger û têkoşeran bû. Ew mam û pêşengê wan kesên ku berê wan li axa bav û kalan bû.

Mam Beşîr, bi keda xwe, bi duristî û dilsoziya xwe, bi hewildanên pêkanîna aştiya navxweyî, ji siberojê bi hêvî, mîna rûsipyakî bêrawestan dixebitî û têkoşîn dida. Hetanî hilma xwe ya dawiyê jî bi bawerî kar kir û li ser axa pîroz bû mêvanê Mam Zekiyan.

Ew liyaqî navê mam bû. Wî ev nav bi keda xwe bi dest xistibû. Li gel ku zewicî bû û komek zarokên wî jî hebûn, wî zarokê Kurdistan û Êzdîxan tev mîna zarokên xwe dîtin. Wî zarokên xwe di ser ên gelê xwe re negirtin. Ji wê bo jî li mal û malbata xwe venehwiya. Pêdiviya xebat û têkoşînê li ku hebûna Mam Beşîr li wir bû.

Hasan Dûtar 37 salan li derveyî welat di avakirina saziyên Êzidiyan û rêxistinbûna wan de bû xwedî kedeke mezin. Li gel ku çend caran li Ewropayê hate girtin, di zindanan de ma, bi dersînorkirinê gef lê hatin xwarin jî, wî xwe sist nekir û dest ji xebata xwe berneda. Her gef û girtinekê ew hîn zêde bi xebatê ve dagirêdan. Bi qasî qudreta ku hêz û taqeta mirov rabike, wî di wê astê de ked da têkoşîna azadiyê.

Ew yek ji damezrêner û rêvebirê TEVDA bû. Li qada Ewropayê û li Şengala pîroz bi qasî temenekî xizmeta gel û welatê xwe kir.

Piştî fermana 03.08.2014 an, ew yê pêşeng bû ku bi her hawî li ber barê Êzdiyan rabû. Rexmî ku tendirûstî û rewşa wî ya burokratîk ne guncav jî bûn, wî ev yek ji xwe ra nekir astengî û xwe gihand axa pîroz.

Li Şengalê bi şev û roj beyî rawestandin û bi tempoyek mezin, di hemû karê binesazî, alikariya mirovî, avakirin, danûstandinên bi sazî û rêxistinên derve, rûniştandina pergala Xweseriyê û qabulkirina Xweseriyê xebat meşand. Ji bona ji nûve avakirin û mîsogerkirina statûya Şengalê de, bû xwedî rol û misyon.

Li ku derê bû bi hemû Êzidiyên li cîhanê di nava têkiliyê de bû. Pira navbera Êzdiyan xwe bi xwe û pira navbera Êzdiyan û Tevgera Azadiyê jî bû.

Ji Şengalê di koordînekirina kar û xebata me ya Ewrûpayê de xwedî kedek mezin bû. Dibû bersiv ji çareserkirina pirsgirêkên me yê li Ewropayê û hêz dida kar û xebatên me.

Di roja îro de, pêdiviya gelê me bi giştî û pêdiviya Şengala birîndar ku hîna birînên xwe derman nekirine, hîn zêde bi kesayetên wekî Mam Beşîr heye. Ew çiyayek bû ji kîsê Êzdîxana pîroz çû.

Em wekî Kordînasyona civaka Êzdî tevî hemû pêkhateyên xwe, di salvegera yekem de, bejna xwe li ber bîranîna Mamê xwe bi rêzdarî ditewînin. Em xwe deyndarê Mam Beşîr dibînin.

Em soz didin mamê xwe ku em ê, rê, rêbaz û xeta wî ya bêhempa bişopînin.

Cangoriyên me rûmeta me ne!"