Karên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk ên li Belçîkayê
Komîsyona Hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk a li Belçîkayê li bajarên Bruksel û Anversê civîn lidar xist. Li Vervîersê jî serdana dikandar û malan hate kirin.
Komîsyona Hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk a li Belçîkayê li bajarên Bruksel û Anversê civîn lidar xist. Li Vervîersê jî serdana dikandar û malan hate kirin.
Koordînasyona Hilbijartinê ya Belçîkayê ya Tifaqa Ked û Azadiyê û Partiya Çep a Kesk li paytexta Belçîka Bruksel û li bajarê Anversê civînên gel lidar xist.
Li Brukselê bi beşdariya parlamenterê berê yê HDP'ê Tûrgût Oker û endamên Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk a li Belçîkayê Seydî Firat û Zeynep Gorgu li navenda Yekîtiya Suryanî ya Ewropayê (ESU) pêk hat. Destpêkê Tûrgût Oker axivî.
Oker got, "Eger em hemû bi dil û can bixebitin em ê bigihêjin armanca xwe. Oker destnîşan kir ku bi taybetî erk û wezîfe dikeve ser milê wan mirovan ku wê cara destpêkê dengê xwe bi kar bînin.
Seydî Firat jî got, "Di bin her xirabiyê de em ê başiyê biafirînin. Li dijî nebaşiyê de îradeyek heye. Me ev yek di Newrozê de dît. Li ku dibe bila bibe em ê bi vî ruhî tevbigerin."
Firat destnîşan kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê çarçoveyeke demokrasiyê ye û got, "Nakokî û kêmasî hebin jî nîşaneya nirxên me yên dîrokî ye. Em jî bi ked, hest, hewldan û ruhê xwe parçeyek ji vê yekê ne."
Zeynep Gorgu jî li ser karên giştî agahî da û bang li her kesî kir ku tevlî kar bibibin û wezîfeyê bi cih bînin.
Di civînê de hate ragihandin ku 16'ê Nîsanê wê buroya hilbijartinê ya Brukselê bê vekirin û bang li her kesî hate kirin ku tevlî bibin.
Di çarçoveya karên hilbijartinê de li Vervîersê jî serdana dikandar û malan hate kirin.