Jinan li Parîsê piştgirî dan Partiya Çep a Kesk
Jinan li paytexta Fransa Parîsê, bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî’ piştgirî dan Partiya Çep a Kesk.
Jinan li paytexta Fransa Parîsê, bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî’ piştgirî dan Partiya Çep a Kesk.
Jinên ku li buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk li hev civiyan, bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî’ piştgirî dan kampanyaya hilbijartinê.
Di civîna ku li buroya banliyoya Drancy pêk hat de, jinan ji bo piştgiriya Partiya Çep a Kesk nêrînên xwe parve kirin.
Li ser navê AvEG-Kon, ADHK, PAZEM û TJK-F’ê axaftin hatin kirin. Piştre govend hat geranadin û broşurên hilbijartinê hatin belavkirin.