Jinan li Gîessenê xwedî li berxwedêran derketin

Li bajarê Gîessen ê Elmanyayê ji bo xwedîderketina li berxwedêrên ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine grevê, Yekîtiya Jinên Kurd ên Elmanyayê banga tevlîbûna li çalakiya roja Sêşemê bê lidarxistin kirin.

Çalakiya ku li Kûgelbrûnneenê ji aliyê Meclîsa Jinan a Berçem ve hate organîzekirin, Kurdistaniyên Gîessen û derdorî wê dijîn tevlî bûn.

Kurdistaniyan di çalakiyê de dirûşmên ‘Bijî Berxwedanan Zindanan’, ‘Bijî Berxwedana Leyla’ û ‘Terorîst Tirkiye’ qîrkirin. Ji bo balê bikişînin ser 7 hezar girtiyên ketine grevên birçîbûnê bi findan ‘7 Hezar’ nivîsandin.