Jinan li Dusseldorfê plansaziya hilbijartinê kir
Tifaqa Dildarên Jin ên Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Dusseldorfê hatin ba hev û plansaziya hilbijartinê kirin.
Tifaqa Dildarên Jin ên Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Dusseldorfê hatin ba hev û plansaziya hilbijartinê kirin.
Tifaqa Dildarên Jin ên Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Navenda Çanda Kurd a Dusseldorfê hatin ba hev û plansaziya hilbijartinê kirin. Tifaqa Dildarên Jin ên Partiya Çep a Kesk meheke bi awayek rêk û pêk tên ba hev, standa datînin û belavokan belav dikin.
Dildaran di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li bajarê Dusseldorf, Wûppertal, Krefeld, Grevenbroich û Monchengladbachê plansaziyên berfireh kirin.
Tifaqa Hilbijartinên Giştî jî bê navber xebatên xwe berdewam dikin.
Dildarên Tifaqa Jinan banga tevlêbûna meşa ku di 15’ê Nîsanê de li bajarê Dusseldorf bê lidarxistin kir.