Ji St. Polten heta Viyanayê meşa dirêj

Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bajarê St. Polten a Evûstûryayê heta paytext Viyanayê meşek dirêj hate kirin.

Meşa ku ji aliyê Komeleya St. Polten û Navenda Civaka Demokratîk a Viyanayê ve sae  10:00’ê destpê kir, 80 kes tevlî bû.

Meşa ku ji bo şermezarkirina komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şikandina tecrîdê hate kirin wê bi kêmanî 60 km bimeşin.

Beriya meşa 2 rojan destpê bike li Komeleya Kurd a St. Poltenê civînek kurt hate kirin. Di civînê de komîteya meşê hate diyarkirin. Beriya meşê ewlekariya zêde ya polîsan a li ber derê avahiya komeleyê bal kişand.

Hevserokê Civaka Azad  a Ewrûstûryayê Xalis Xsever û hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Nûrcan Guleryuz daxuyanî dan û komplo şermezar kirin.

Di meşê de ciwanan belavok li nava qutiyên postayan ên malên li kolanên têre derbas dibûn danîn.

Meşvan piştî ku meşa xwe roja Şemiyê bi dawî kirin wê li Komeleya Viyanayê civîneke gel lidar bixe û serdana çalakvanên grevê bikin.