Ji KNK'ê ji bo Şerafedîn Kaya peyama sersaxiyê

Konseya Rêvebir a KNK’ê bi boneya wefata endamê damezirêner yê KNK’ê Şerefedîn Kaya peyam sersaxiyê weşand û got:“Bila çavên te di şûnde nemînin, em ê li ser şopa te bimeşin û axîn û wesyetên te pêkbînin.“

Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya wefeta endamê demezirêner yê KNK’ê Şerefedîn Kaya peyamek sersaxiyê weşand. KNK’ê anî ziman ku Kaya li bakurê Kurdistanê li bajarê Mûşê û seranserê Kurdistanê di nava xebat û sîyaseta welatparêzî de bi aweyek aktîf cihê xwe girt.

Peyama KNK’ê wiha ye:

“Agahiya wefata endamê damerzêner yê KNK ê Birêz Şerefedin Kaya, gihişte me û em bi vê yêkê gelek xemgînin. Bîrêz Şerefedin Kaya, li bakurê Kurdistanê li Mûşê li seranserê Kurdistanê di nava xebat û sîyaseta welatparêzî de cihê xwe girt. Di nava partî û sîyaseta Kurdistanî de xwedî cihekî diyar bû. Dema debeya Leşkerî ya 12‘ê Îlonê de weke parêzerekî welatparêz li Amedê xwedî lî girtîyên siyasî derket. Ji ber xebata û helwesta xwe ya welatparêzî ji rejîma faşîst re bo hedef û hate girtin û bi îşkenceyên giran re rûbirû ma.

Pîştî ji zîndanê derket ji ber êrîş û zextên dewleta Tirk bi awayek neçarî derket Ewropa. Li Ewropa jî xebatên xwe yên li hember dagirkeran berdewamkir û cihê xwe di nava xebata azadiya gelê Kurdistanê de girt. Birêz Şerefedin Kaya, di damezrandina Parlamenta Kurdistanê li Derveyî Welat (PKDW) de xwedî rolekî sereke bû. Di xebata yekîtîya neteweyî de jî xwedî cihekî diyar bû. Di avakirina Konreya Neteweyî ya Kurdistanê de jî cihê xwe girt û bû endamekî damezrêner yê KNK ê.

Em ji ber wefata Birêz Şerefedin Kaya gelek xemgînin, xemgînîya malbatê û dostên wî parve dikin. Bi vê boneyê em sersaxîyê ji hemû gelê Kurdistanê, xebatkarên şoreşê û malbatê re dixwazin.“