Ji bo Zeynep Celaliyan li Osloyê çalakî hate lidarxistin

Kurdistaniyên li Osloyê tevî dostên xwe ji bo Zeynep Celaliyan li hev kom bûn ku ji aliyê dewleta Îranê ve dîl hatiye girtin.

Ji bo aktîvîsta Kurd Zeynep Celaliyan ku nêzî 16 sal in li Îranê dîlgirtî ye, li paytexta Norwêc Osloyê çalakî hate lidarxistin.

Çalakî bi pêşengiya Civaka Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ve li qada stasyona trenê ya navendî ya Osloyê pêk hat û Kurdistanî tevî dostên xwe tevlî bûn.

Bi navê Komîteya KJAR'ê ya Norwêcê Rojîn Alîpanah têkildarî Zeynep Celaliyan û girtiyên siyasî yên jin ên li Îranê daxuyanî da. Her wiha belavok hatin belavkirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku demeke dirêj agahî ji Zeynep Celaliyan nayê wergirtin û rewşa wê ya tenduristiyê nebaş e.

Bi navê Federasyona Girtiyên Siyasî yên Kurdistanê Fexredîn Lutfî jî li çalakiyê axivî û têkildarî girtiyan agahî da.

Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Azadî ji bo girtiyên siyasî" hatin qîrîn.