Ji bo mexdûrên erdhejê li Lorîentê kampanyaya piştevaniyê hat destpêkirin
Xwendekarên zanîngeha Lorîent ê Fransayê ji bo mexdûrên erdhejê kampanyaya piştevaniyê dan destpêkirin.
Xwendekarên zanîngeha Lorîent ê Fransayê ji bo mexdûrên erdhejê kampanyaya piştevaniyê dan destpêkirin.
Xwendekarên li Zanîngeha Bretagne ya bajarê Lorîent ê Fransayê, ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê kampanyaya piştevaniyê dan destpêkirin. Xwendekaran, li kampusa zanîngehê stand danîn.
Broşurên ku bi organîzyasyona Université Bretagne Sud, BDE Olympe = Bureau des Étudiant Olympe ve Soleil Rouge (Roja Sor) France ve ji bo pêdiviyên bingehîn ên mexdûrên erdhejê hatin amadekirin, hatin belavkirin.
Kampanya wê heta dawiya heftê bidome.
Bi malpera înternetê ku bi dirûşmeya “Piştevanî dide jiyîn” hat vekirin û zerfên alîkariyê yên Roja Sor, tê armanckirin ku bi alîkariya 1 Euro ya her xwendekarekî herî kêm 11 hezar Euro bên komkirin. Alîkarî wê bi rêya Soleîl Rouge (Roja Sor) a Fransayê ve bigihîje mexdûrên erdhejê.
Ji bo kesên bixwazin li ser înternetê alîkarî bidin, ev navnîşan hat parvekirin: https://www.helloasso.com/associations/olympe/collectes/un-e-etudiant-e-un-euro-pour-les-victimes-des-seismes