Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Dûîsbûrgê stand hate danîn
Li Dûîsbûrgê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Asya Yukselê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand hat danîn.
Li Dûîsbûrgê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Asya Yukselê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand hat danîn.
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand hat danîn. Wê di standê têkildarî çalakiya navendî ya Ewropayê ku wê 15’ê Nîsanê li Dusseldorfê bê kirin, agahî hatin dayîn.
Stand bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Asya Yuksel li navenda bajarê Dûîsbûrgê hate danîn. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin. Broşurên têkildarî jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û broşurên “Înîsiyatîfa Navneteweyî ya Azadî ji bo Abdullah Ocalan, Aştî ji bo Kurdistanê” hatin belavkirin.
Li aliyê din jî broşurên paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, broşurên têkildarî Şoreşa Jinên Rojava jî hatin belavkirin. Her wiha qertên biçûk ên bi nivîsên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi zimanê Elmanî yên li ser Şoreşa Jinê, Ekolojî û Konfederalîzma Demokratîk li xelkê derdor hat belavkirin.