Piştî çalakiya roja Çarşemê hat lidarxistin îcar hunermendên Kurd li ber Wezareta Çandê hatin ba hev. Hunermend, bi amûrên xwe hatin çalakiye û pankartê bi Kurdî û Fransî yê li ser “Strana azad, Mîr Perwerê welathez“ nivîsandî yê bi îmzeya TEV-ÇAND’ê vekir. Gul li ber wezaretê hatin danîn û çalakî bi dawî bû. Piştre li ser navê hunermendan daxuyanî hat xwendin.
Hunermend Deza Amed daxuyanî xwend. Deza Amed bal kişand ser zextên faşîst ên li ser hunermendên Kurd li Tirkiyeyê û got: “Em ji ber gotina stranên xwe tên qetilkirin, tên girtin.“
Deza Amed diyar kir ku ji wê boneyê gelek hunermendan xwe li Ewropayê girtiye û daxwaza penaberiyê kiriye û destnîşan kir ku Mîr Perwer jî yek ji wan kesan bûye lê bi destê terora faşîst li Ewropayê hatiye qetilkirin.
Hunermendan daxwaza ronîkirina qetlîamê kir û bang li Fransiyan û hemû gelên cîhanê kir ku bibin piştevanên Kurdan.
Hunermendan her wiha bang li wezaretê kir ku ewlehiya hunermendên Kurd û gelê Kurd pêk bîne.