Hunermendên Kurd bertek nîşanê qetlîama Parîsê da
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê, qetilkirina sê Kurdan li Parîsa paytexta Fransayê, şermezar kir.
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê, qetilkirina sê Kurdan li Parîsa paytexta Fransayê, şermezar kir.
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) bi daxuyaniyek nivîskî qetilkirina sê Kurdan li Parîsa paytexta Fransayê, şermezar kir. TEV-ÇAND’ê diyarkirin ku bi êrîş bi çi nav û nasnavî hatibe kirin jî perçeyekê polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan e û got: “Em vê êrîşa nemerdane şermezar dikin. Mirovên xwe yên di êrîşê de şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr tînin, daxwaza me ew e ku birîndar zû bi zû baş bibin.“
Di daxuyaniya TEV-ÇAND’ê de ev tişt hatin gotin:
“Dewleta Tirk a faşîst ku mîrateya qirêj ji Osmaniyan dewir kiriye, bi rêxistina îstixbaratê û veavabûnên veşarî ji Osmaniyan ne kêm e. Dewleta Tirk a mêtinger û desthilata wê ya faşîst AKP-MHP bêyî naskirin tu nirxê mirovî û pîvanê exlaqî êrîş dike. Hilbijartin nêz dibin, dihat payîn ku wê êrîşên xwe zêde bike.
Bila her kes bizane ku tiliya dewleta Tirk di vê êrîşê de heye û li pişta êrîşkar e. Gunehê vê êrîşê di stûyê dewleta Fransa de ye. Dewleta Tirk a faşîst ji vê helwesta dudilî bi cesaret dibe û li nava Ewropayê; li nava dilê Fransayê operasyonên wiha yên bêperwa bi rêxistin dike. Dewleta Fransayê wê vê carê jî wek berê bike; ya wê ya berê ji xwe re bike tecrûbe û rastiyan eşkere bike. Em ê heta bi hetayê şopandina vê bikin.
Em xebatkarên çand û hunera Kurdî, rewşenbîr û hunermend; em ê di vê pêvajoyê de jî têkoşîna hêj geştir bikin. Ev hikûmet wê têk biçe, wê polîtîkayên qirkirinê yên vê dewletê bi têkoşîna me têk biçin.
Ev êrîş û qetlîam di şexsê Kurdan de li hemû gel û çandan e ku hatiye kirin. Têkoşîna li dijî wê jî divê cîhanî be. Di serî de gelê me, em ji hemû gelan re dibêjin ku helwesta xwe bi çalakiyan diyar bikin. Em bang li hemû hêzên demokratîk ên li dijî pergalê, rewşenbîr, nivîskar û derdorên hunerê dikin ku di têkoşîna me de bikevin milên me.“