Hunermend çûn serdana Nobeta Edaletê
Hunermend Pinar Aydinlar û Halûk Tolga Îlhan ku çûn serdana Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya ku qetlîam lê hat kirin, diyar kir ku êşa gelê Kurd ya wan e jî, ew ê tev li şahiya sersalê ya sibehê nabin.
Hunermend Pinar Aydinlar û Halûk Tolga Îlhan ku çûn serdana Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya ku qetlîam lê hat kirin, diyar kir ku êşa gelê Kurd ya wan e jî, ew ê tev li şahiya sersalê ya sibehê nabin.
Hunermend Pinar Aydinlar û Halûk Tolga Îlhan çûn serdana Nobeta Edaletê ku ji roja destpêkê ya qetlîama 23’yê Kanûnê li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hat kirin, dest pê kir.
Hunermendan da zanîn ku ew ji bo şahiya sersalê ku wê 31’ê Kanûnê li dar bixin hatine Parîsê, lê ji ber êrîşa ku li navendê hatiye kirin ew ê tev li şahiyê nebin.
Pinar Aydinlar û Halûk Tolga Îlhan hestên xwe yên li ser qetlîamê wiha gotin:
Pinar Aydinlar: “Em li Parîse ne û em ê ji bo şahiya sersalê dernekevin ser dikê. Çimkî êşa me teze ye. Êşa ku îro bi Kurdan dan kişandin, qetlîama hat kirin, ne bi tenê bi ser Kurdan lê bi ser me hemûyan hatiye kirin. Êşa we êşa me ye. Lê em vê baş dizanin ku di serî de hevrê Evîn, wê hevalên me yên jin ku dibêjin ‘Jin jiyan azadî’ dev ji têkoşînê bernedin. Ez nirxên me yên ji dest çûne careke din bi bîr tînim.“
Halûk Tolga Îlhan: “Niha em li Parîsê ne. Ji ber vê êrîşa bi nemerdî li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hat kirin, me got ne rast e ku em derkevin ser dikê. Em her bi bindest, xizan û berxwedêran re ne.“