Hunermend Beytocan li Stockholmê hate veşartin
Hunermendê Kurd Beytocan ku di 12’ê Îlonê de ji ber nexweşiya penceşêrê li bajarê Stockholma Swêdê jiyana xwe ji dest dabû, hate veşartin.
Hunermendê Kurd Beytocan ku di 12’ê Îlonê de ji ber nexweşiya penceşêrê li bajarê Stockholma Swêdê jiyana xwe ji dest dabû, hate veşartin.
Hozanê gelê Kurd Beytocan îro li Goristana Strandkyrkogarden a Stockholmê hate veşartin.
Di serî de malbata Beytocan, hunermend û nivîskar gelek kes beşdarî merasîma cenaze bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Beytocan û şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir.
Di merasîma ku wêneyên Beytocan hatin hilgirtin de, li ser gora Beytocan kulîlk û ala Amedsporê hatin danîn.
Her wiha di merasîmê de gelek hunermend Xemgîn Bîrhat, Necmedîn Xulamî û Hesen Şerîf axaftinên kurt kirin û sersaxî ji gelê Kurd û hezkiriyên Beytocan re xwestin.
Di dawiya merasîmê de hunermendan strana Beytocan a bi navê 'Rinda Min' gotin.