Hikumeta nû ya Îtalya keleman datîne ber karê rizgarkirina koçberan

Hikûmeta Melonî qanûnên tund li ser keştiyên ku koçeberan ji mirinê rizgar dikin, danî. Kaptanên keştiyan ku li gorî qanûnan tevnegerin, wê heta 50 hezar euroyan bêne cezakirin.

Li Îtalyayê rizgarkirina koçberên ji mirinê wê zehmetir be. Ji ber ku seroka rastgir Gîorgîa Melonî ku bi serketineke mezin di hilbijartinên meha Cotmehê de hat ser desthilatdariyê, qanûnên tund li ser keştiyên ku koçberan ji mirinê rizgar dikin, danî. 

Hikumeta Melonî ku biryara diyarkirina şert û mercên xebatê yên saziyên sivîl ê li Derya Spî îmze kir, têkîldarî rizgarkirina koçberan gelek rêbaz danî. Li gorî vê keştiyên ku ji bo armancên mirovî dixebitin, her koçberên ku ji behrê rizgar bikin wê yekser ji yekîneyên ewlehiyê re ragihînin û li şûna ku koçberên din rizgar jî bikin, divê demildest vegerin bendera herî nêzîk. 

Her wiha keştîvan wê bi mecbûrî penaberên ku rizgar dikin agahdar bikin ku di nav tevahiya Yekîtiya Ewropayê de mafê wan ê penaberiyê heye. Li kaptanên keştiyan ku li gorî qanûnên hikûmeta Îtalyayê tevnegerin, wê heta 50 hezar euro cezayê pere bên birîn. Keştiyên ku çend car li gorî qanûnan tevnegere, wê bêne desteserkirin. 

Rêxistinên sivîl nreazîbûneke tund nîşanî biryara nû ya hikûmeta Îtalyayê dan. Nûnerê Rêxistina Doktorên Sînornenas Rîccardo Gattî diyar kir, ku bi qanûnên nû re wê metirsiya mirina bi hezaran kesan zêde bibe.

Ji rêxistina sivîl a Sea-Watch Olîver Kulîkowskî ku li Deryaya Spî dixebite got, “Bi eşkere ji me re dibêjin ku çavê xwe li mirinên koçberan bigirin. Ev qanûn parçeyek ji siyaseta krîmînalîzekirina me ye.”

Hikûmeta Melonî ya rastgir îdia dike ku keştiyên rizgarkirinê yên li Derya Spî dixebitin koçberiya qaçax teşwîq dikin. Ji xeynî Îtalya, Malta, Yunanîstan û Îspanya jî biryarên bi vî rengî girtin ku alîkariya penaberên ku bi mirinê re rû bi rû ne neyê kirin. Bi van biryaran re di salên dawî de hejmara penaberên ku li Deryaya Spî xeniqîne zêde bûne.