Bi biryara sala 1993'an a Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê yê wê demê Manfred Kanther re li PKK'ê hate qedexekirin kku komeleyan ava bike û kar bike. Piştî qedexeyê li hemberî civaka Kurd polîtîkayên krîmînalîzasyonê ketin meriyetê. Komeleyên Kurdan hatin girtin, Kurdistanî hatin binçavkirin û darizandin. Ji ber rewşa neyînî ya qedexeya li ser PKK'ê, têkildarî dozên Kurdên hatin kuştin jî lêpirsîneke ib bandor nehate meşandin. Li gel ku PKK'ê bi Kongreya 12'emîn a navbera 5-7'ê Gulana 2025'an re xwe fesix kiriye, qedexeya li Elmanyayê û kiryarên ji ber vê qedexeyê hîn jî dewam dike.
BI HER AWAYÎ BANDORÊ LI CIVAKA KURD DIKE
Hevseroka Konfederasyona Komeleyên Kurd li Elmanyayê (KON-MED) Rûken Akça ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku qedexeya li ser PKK'ê ya ku 32 sal in di meriyetê de ye ji aliyê civakî, çandî û siyasî ve bandoreke berfireh li civaka Kurd a li vî welatî dike. Hevserok Akça got, "Li gorî nirxên demokratîk, pîvanên azadiya fikrî û nêzîkatiya li aştiya civakî ya Ewropayê, divê kiryarên heyî li gorî şert û mercên nû jinûve bê nirxandin."
BENDEWARIYEKE CIVAKÎ YA XURT HEYE
Rûken Akça ragihand ku hincetên sala 1993'an a ji bo biryara qerdexeyê ya li Elmanyayê êdî nemane, divê rastiya heyî bê dîtin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Bi taybetî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibata 2025'an de kir, piştre jî ragihandina fesixkirina PKK'ê, şewitandina çekan ji aliyê Hikumeta Elmanyayê ya Federal ve bi erênî hate pêşwazîkirin. Wezareta Karên Derve di vê pêvajoyê de timî daxuyaniyên erênî û piştevaniyê da. Van bûyeran bendewariyeke civakî ya xurt afirand ku qedexeya heyî ya li Elmanyayê di çarçoveya hincetên hiqûqî, rastiya heyî û atmosfera siyasî de jinûve bê lêkolîn."
DIYALOG Û PERSPEKTÎFÊN ÇARESERIYÊ
Hevserok Rûken Akça anî ziman ku li Elmanyayê nêzî 2 milyon Kurd hene; civaka Kurd girîngiyeke mezin dide saziyên demokratîk, dewleta hiqûqê û feraseta pirrengî ya li Elmanyayê. Akça destnîşan kir ku ji ber vê yekê daxwazên demokratîk divê neyên krîmînalîzekirin, li şûna wê divê diyalog û perspektîfên çareseriyê li pêş bin û got, "Civaka Kurd parçeyek ji Elmanyayê ye."
BENDEWARIYA KON-MED'Ê JI HIKUMETÊ
Hevseroka KON-MED'ê Rûken Akça bendewariya ji Elmanyayê bi vî rengî anî ziman:
* Beriya her tiştî qedexeya 32 salan li gorî rewşa nû û heyî jinûve bê nirxandin.
* Li gel vê yekê kiryarên ku bandoreke neyînî li mafên sivîl, çandî û demokratîk ên civaka Kurd a li Elmanyayê dikin di ber çavan re bêne derbaskirin.
* Elmanya û Tirkiye xwedî têkiliyê aboriyê yên kûr in. Dewamiya şerê li Tirkiyeyê bandoreke neyînî li van têkiliyan dike. Ji ber vê jî divê Elmanya aştiya civakî, diyaloga demokratîk û xurtkirina atmosfera bêşer teşwîq bike, polîtîkayek di vê çarçoveyê de bimeşîne.
* Elmanya dewletek e ku mohra xwe daniye binê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME). Di çarçoveya pîvanên azadiya rêxistinî û azadiya fikrî ya PMME'yê de divê nêzîkatiyeke tevgir bipejirîne.