Hêrsa Kurdên li Marsîlyayê ya li dijî Komkujiya Parîsê
Kurdên li Marsîlyayê daketin qadan, ji rêveberiya Fransayê xwestin ku sûcdarên rastîn derbixe holê û hesab ji wan bipirse.
Kurdên li Marsîlyayê daketin qadan, ji rêveberiya Fransayê xwestin ku sûcdarên rastîn derbixe holê û hesab ji wan bipirse.
Piştî êrîşa roja 23’yê Kanûnê li Parîsa paytexta Fransayê li Komeleya Çanda Kurd a Ahmet Kaya û esnafên Kurd, çalakiyên ku li Marsîlyayê dest pê bûne, berdewam in.
Kurdistanî û dostên wan ên îro saet di 14.00’an li qada Canebîereyê hatin ba hev, heta ber avahiya Nûneriya Parlamentoya Ewropayê meşiyan. Meş di bin tevdîrên berfireh ên ewlehiyê de dest pê kir; wêneyên Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil hatin hildan ku di Qetlîama Parîsê de hatin qetilkirin.
Bi sedan kes li pişt pankarta “Em ê tola xwe bi şoreşa jinê bistînin” meşiyan û bê navber dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin. Hunermendên girêdayê Meclîsa Çandê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê (NCKD), bi amûrên xwe, xwe dan pêş.
Li qada herî qelebalix a Marsîlyayê, nêzê 20 deqeyan çalakiya rûniştinê hat kirin. Di daxuyaniya li vir li ser nave NCKD’ê hat dayîn de, bal bi ser Komkujiya Parîsê ya 2’emîn de hat birin û wiha hat gotin: “Kujer Erdogan e, ya kujeran eşkere nake, rêveberiya Macron e. Kurdan duh serî netewand, wê îro jî netewînin.”
Piştî çalakiya rûniştinê, girseyê li meşa xwe dewam kir. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Em gelê Kurd baş dizanin ku; Komkujiya Parîsê ya 23’yê Kanûnê, dewama Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an e. Yên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî qetil kirin, piştî 10 salan 23’yê Kanûnê 2022’an dîsa li Parîsê hevrê Evîn Goyî û du welatparêzên Kurd qetil kirin.
Biryara vê komkujiyê, rêveberiya Tayyîp Erdogan daye û fermana wê jî vê rêveberiyê daye. Hêza ku komkujiyê plan kir û pêk anî, MÎT e ku Hakan Fîdan bi rê ve dibe. Li vir ne giring e ku kiryar kî ye û çawa xwe amade kiriye. Ji xwe rewşa kiryar jî heman e û diyar e ku baş hatiye amadekirin. Hewldanên wan ên vê bûyerê bi awayekê cuda nîşa bidin, vala. Kurd û raya giştî ya demokratîk, wê qet ji hewldanên wan ên nîşandayîna bi awayekê cuda bawer nakin. Rêveberiya Fransa ya heyî, divê vê rastiyê wiha bizane û sûcdarên rast derbixe holê, bi awayekê adilane bidarizîne û hesab bipirse. Divê bizane ewlehiya nûnerên gelê Kurd ê li dijî DAÎŞ’ê bi lehengî şer kir û gelê Fransa jî ji vê belayê parast, a li Fransayê mîsoger bike. Eger darizandina adilane ya komkujiya 9’ê Çileya 2013’an bihata kirin, wê komkujiya 23’yê Kanûnê neqewimiya. Lewma eger darizandina adilane ya komkujiya 23’ê Kanûnê jî neyê kirin, wê rê li ber êrîşên komkujiyê yên din vebibe. Ev jî wê dewleta Fransa û hikûmeta wê, bixe bin berpirsyariyeke giran.”
Meşa ku heta Nûneriya Marsîlya ya Parlamententoya Ewropayê dewam kir, bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.