Hejmara 236’emîn a Kovara Stêrka Ciwan derket
Hejmara 236’emîn a meha Çileyê ya Kovara Stêrka Ciwan, bi manşeta “Sala 2023’an wê bibe sala serfiraziyê” derket.
Hejmara 236’emîn a meha Çileyê ya Kovara Stêrka Ciwan, bi manşeta “Sala 2023’an wê bibe sala serfiraziyê” derket.
Hejmara meha Çileyê ya Kovara Stêrka Ciwan ku yek ji weşanên demdirêj a ciwanên Kurd a li Ewropayê ye, derket. Di kovarê de nivîsên bi zimanên Kurdî, Tirkî, Elmanî û Îngilizî hene.
Di hejmara 236’emîn a kovarê de nirxanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi sernavê “Mîlîtaniya Partiyê ya Dikeve Rêya Serkeftinê, Teqez wê Serbikeve” a ji bo ciwanan; nirxandin û perspektîfên siyasî û rêxistinî yên ciwanan ên têkildarî sala 2023’an hene.
Bi wesîleya 9’ê Çileyê qala hevalên têkoşînê yên Şehîdên Parîsê Sara, Rojbîn û Ronahî, Komkujiya Parîsê û têkoşîna Sara, Rojbîn û Ronahî tê kirin.
Rêzan Baran jî bi nivîsa xwe ya bi sernava “Di çalakiyê de Bûyîn”, destnîşan dike divê çalakî çawa bin.
Di hejmara nû ya kovarê de nivîsa Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan a bi sernavê “Sala 2022’an, bû sala ciwan û lehengiyê” ku ji bo kovarê nivîsiye, heye.
Kovar di hejmara xwe ya meha Çileyê de qala têkoşîna sala nû dike û gelek nivîsên îdeolojîk, çandî-hunerî û dîrokî têde hene.
Bi rêya Spotify û You Tube, hûn dikarin xwe bigihînin Kovara Stêrka Ciwan.