Greva li Den Haagê dewam dike

Çalakiya greva birçîbûnê ya Huseyîn Yildiz û Hasbî Çakiçi ya li bajarê Den Haag a Hollandayê di roja 18 û 19’an de dewam dike.

Çalakiyên ji bo piştgirîkirina berxwedêrên ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibûn grevê dewam dikin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger ên Huseyîn Yildiz û Hasbî Çakiçi ya li bajarê Den Haag a Hollandayê di roja 18 û 19’an de dewam dike.

Her du çalakvan ên bi rêkûpêk di bin kontrola dixtoran de ne her diçe kêloyan kêm dike.

Huseyîn Yildiz heta niha 6 kêlo, Hasîb Çakiçi jî 5 kêlo kêm kiriye.

Her du berxwedêran jî dema bi ANF’ê re axivîbûn anîbûn ziman ku wê çalakiya xwe heta encamgirtinê bidomînin.