Greva li Belçîkayê bandor li xizmetên cemaweriyê hemûyan kir

Li Belçîkayê greva sê rojan bandoreke giran li welêt kir. Di roja duyemîn de xizmetên cemaweriyê hemû bi bandor bûn û trafîka cemaweriyê sekinî.

Şîrketên ragihandinê yên welêt STIB, TEC û De Lijn ji roja Duşemê û pe ve ji bo sê rojan grev dan destpêkirin. Di roja duyemîn a grevê de li Brukselê ji xetên metroyê tenê 2 jê, ji tramvayan jî tenê 3 jê xebitîn. Li nava bajêr seferên otobusan nikare bê kirin.

Pêla grevê wê 26'ê Mijdarê roja Çarşemê bi greva giştî ya navbera sektoran û neteweyî bi dawî bibe.

BANDORA LI SER KOMKIRINA ÇOPÊ Û XIZMETÊN CEMAWERIYÊ

Li Bruksel û Valonyayê wê xizmetên komkirina çopê ji Duşemê heta Çarşemê tengav bibin.

CGSP Police ku di nava rêxistina emniyetê de bi rêxistin e, beriya greva sê rojan agahî da û diyar kir ku wê tevlî grevê bibe.

Mamoste jî wê di 25 û 26'ê Mijdarê de dest ji kar berdin.

TRAFÎKA HEWAYÎ WÊ BITEVIZE

Roja Çarşemê wê ji Brussels Airportê ti balafir ranebe, hin seferên daketinê jî wê bêne betalkirin.

Li Balafirgeha Charleroiyê jî tevahiya rojê wê seferên balafiran bisekinin.

DAXWAZÊN SENDÎKAYAN

Sendîkayên FGTB, CSC û CGSLB ku sê sendîkayên mezin ên welêt e, ji hikumetê dixwaze ku sîstemeke bacê ya adîl ava bike, subvansiyonên ji bo şîrketan ji nû ve binirxîne û her mûçe li gorî prîma ewlehiya civakî be. Sendîka her wiha nerazîbûnê nîşanî reforma teqawîtbûnê û guhertina hin statuyên pîşeyî didin.