Gerîlayên ARGK'ê li Zurîchê hatin bîranîn

Gerîlayên ARGK'ê ku di 3'ê Nîsana 1993'an de li Çiyayê Ganî şehîd bûn, li Zurîchê hatin bîranîn.

Gerîlayên ARGK'ê yên di 3'ê Nîsana 1993'an de li Çiyayê Ganî yê navçeya Bazarcix a Mereşê şehîd bûn, li bajarê Zurîch ê Swîsreyê hatin bîranîn.

Di şexsê 11 gerîlayan de ku li gel Suleyman Şaşkara (Mahîr) û Huseyîn Matûr (Kendal) şehîd bûn, şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hatin bîranîn.

Alî Matûr bi navê malbatê axivî û got, "Em şehîdên xwe bi bîr tînin û ji vê derê careke din soz didin ku xwedî têkoşîna wan derkevin."

Hevseroka Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) Selma Surer û nûnerên saziyan li bîranînê axivîn. Bîranîn bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.