‘Gelên Tirkiyeyê yên bi wêrek wê Erdogan rawestînin’

Parlamenterên Ewropayê diyar kirin ku hilbijartinên 14’ê Gulanê gelek girîng in û banga piştgirîdayîna ji bo Partiya Çepên Kesk kirin.

Parlamenterên ji koma Çep a li Parlamentoya Ewropayê Nîkolaj Vîllûmsen, Idoîa Vîllanûeva, Mîgûel Ûrban Crespo, Malîn Bjork, Ji koma Keskan (Eûropean Free Allîance) Françoîs Alfonsî, ji koma sosyalîst a pêşverû Costas Mavrîdes û ji endamtiya serbixwe Fabîo Massîmo Castaldo têkildarî hilbijartinên ku sibe wê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bên kirin, axivîn.

Ji bo ku li Tirkiyeyê demokrasî pêş bikeve û dawî li rejîma AKP-Erdogan were, Parlamenterên Ewropayî jî bang li gelên Tirkiyeyê kirin ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

DIBE KU ERDOGAN SERÎ LI LÎSTOKÊN QIRÊJ BIDE

Nîkolaj Wîllûmsen diyar kir ku di 20 salên dawî de tiştên ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan li gel kirî bêedaletiyeke mezin e û got: “Me dît ku siyasetmedarên ku Erdogan rexne kirin hatin girtin, rojnamevan, sendîkayên karkeran û bi hezaran mirov tenê ji ber xwe îfadekirina bi azad hatin girtin. Hêvî dikim ku mirovên li Tirkiyeyê biçin ser sindoqan û siberoja xwe hilbijêrin. Me berê dît ku dema Erdogan tengav dibe, serî li metotên çawa dide. Em bûn şahid ji bo ku hêza referandûmê di destê xwe de bihêle serî li sixtekariyên çawa dide, ez jî di nav de tevahiya çavdêrên navneteweyî ev yek pir bi eşkere dît. Gumanên me hene ku Erdogan car din serî li van lîstokên qirêj bide.

Gelên bi wêrek ên Tirkiyeyê wê Erdogan rawestînin. Gelên Tirkiyeyê wê dîsa tişta pêwîst pêk bînin. Ez ji vir dixwazim ji bo we hemûyan peyama xwe ya piştevaniyê bişînim, divê her kes mafê xwe yê demokratîk bi kar bîne û teqez dengê xwe bide. Bi taybetî jî dixwazim piştgiriya xwe ya ji bo Partiya Çepên Kesk diyar bikim, hêvî dikim ku destkeftiyên we gelekî mezin be.”

JI BO DEMOKRASIYÊ HER KES DIVÊ DENGÊ XWE BIDE

Ji endamtiya Parlamentoya Ewropayê Idoîa Vîllanûeva got ku ji bo Tirkiyeyek demokratîk ew piştgiriyê dide Partiya Çepên Kesk û da zanîn ku weke Partiya Podemos a Spanyayê û endamên komên çep ew ê li Tirkiyeyê bin da ku hilbijartinan di cihê wê de çavdêr bikin. Vîllanûeva ev tişt zanî ziman: “Ev hilbijartin ji bo demokrasiya li Tirkiyeyê gelek girîng e. Em bi rengekî xurt piştgiriyê didin Partiya Çepên Kesk.”

ALFONÎ: DIVÊ ROJEVA BINGEHÎN A HIKÛMETA NÛ, AZADIYA ABDULLAH OCALAN BE

Françoîs Alfonsî bal kişand ku Tirkiye ji bo Yekîtiya Ewropayê welatek girîng e û got: “Derbarê yekane rêberê gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan fikarên me hene. Lewma hêvîdar im ku azadiya wî bibe rojeva bingehîn a hikûmeta pêşerojê.”

JI BO PÊŞEROJEK BÊYÎ ERDOGAN, PIŞTGIRIYÊ BIDIN PARTIYA ÇEPÊN KESK

Mîûgel Ûrban Crespo bilêv kir ku Erdogan ji bo parastina rejîma xwe her tim serî li şer daye û ev tişt ragihand: “Lewma divê mirov hemû dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Ji bo pêşerojek bêyî Erdogan herin ser sindoqan û piştgiriyê bidin Partiya Çepên Kesk.”

PARTIYA ÇEPÊN KESK NÛNERIYA PÊŞEROJA DEMOKRATÎK A TIRKIYEYÊ DIKE

Malîn Bjork bang li her kesê kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û ev tişt bilêv kir: “Ji bo reformên demokratîk ev yek pir girîng e. Em welatek ku hemû muxalefetê bixe bin zextê naxwazin, welatek ku çapemeniyê digire û êrîşê mafên jinan dike naxwazin. Li dijî rêveberiya Erdogan a antî demokratîk, Partiya Çepên Kesk nûneriya pêşeroja demokatîk a Tirkiyeyê dike. Ji bo ku pêvajoya aştiyê ya li herêmê destpê bike em teqez pişgiriyê didin Partiya Çepên Kesk.”

HILBIJARTIN XWEDÎ GIRÎNGIYEK DÎROKÎ NE

Costas Mavrîdes destnîşan kir ku hilbijartinên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bên kirin xwedî girîngiyek dîrokî ne û bang li her kesê kir ku ji bo pêşeroja gelan dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.