Gava National a meşa Parîsê bi dawî bû
Ciwanên ku duh ji banliyoya Drancy’ê ketin rê îro gihîştin îstasyona Vîlleneûve Saînt Georges.
Ciwanên ku duh ji banliyoya Drancy’ê ketin rê îro gihîştin îstasyona Vîlleneûve Saînt Georges.
“Meşa Dirêj a Parîsê” ya ku duh endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) bi dirûşmeya “Em hemû şervanên azadiyê ne, werin cenga azadiyê” dabûn destpêkirin, 2 roj li pey xwe hişt.
Meşa ku sibehê ji îstasyona Trenê ya National destpêkir, li Navenda Çanda Kurd a Demokratîk ya Cîgerxwîn a dikeve Vîlleneûve Saînt Georgesê bi dawî bû. Li gorî duh tevlêbûn hê zêdetir bû. Ji ber astengkirina polîsan 5 kîlometreyên dawî bi trenê pêkhat.
Ciwanên Kurdistanî yên li Ewropa dijîn di saetên sibehê de li Gara Trenê ya National bi sirûd û dîlanan daketin qadê bi dirêjahiya meşa 20 km’yî de dirûşme berzkirin û belavok belav kirin.
Ciwanan pankarta li ser hatibû nivîsandin “Em hemû şervanên azadiyê ne, werin cenga azadiyê” vekirin û posterên şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. Di kolanên Nationalê de bi domdarî bi zimanên Fransî, Kurdî û Tirkî dirûşmeyên “Ciwan fedayiyê Rêber Apo ye” û “Bijî berxwedana gerîla” berzkirin.
Piştî meşê ciwanan li Navenda Çanda Kurd a Demokratîk ya Cîgerxwîn hatin ba hev. Li wir şahiyek ku wê tevahiyê şevê bidome hat destpêkirin.
Gava sibe ya dawî ya meşa dirêj wê Grîgny be.